Rûsya: Divê herêmên Kurdî bikevin kontrola Hikûmeta Sûriyê

Rûsya: Divê herêmên Kurdî bikevin kontrola Hikûmeta Sûriyê

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharovayê biryara vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê nirxand.

A+A-

Zaharovayê got piştî vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê, divê herêmên Kurd lê dijîn bikevin bin kontrola Hikûmeta Sûriyê.

Zaharovayê di civîna çapemeniyê ya heftane de cardin nîşan da ku, biryara vekşînê ya Amerîkayê rast dibînin û got "Di dawiya Kanûna 2018an de Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ji Sûriyê vekişin, bi vê pêwendê, diyaloga Kurdan digel hikûmeta Sûriyê, girîng e. Lewre, weke ku gelek caran me anî zimên ku Kurd pêkhateyeke girîng a civaka Sûriyê ne û ketina bin kontrola Hikûmeta Sûriyê ya herêmên Kurdan, xetereyên li dijî cînarên Sûriyê ji holê rake. 

Li ser herêmên bêçekkirî yên li Îdlibê jî Mariya Zaharovayê got piştî diyarkirina hêrêma bêçek, ji hezarî zêdetir binpêkirin hatine tomarkirin û divê rêkeftina herêma bêçek neke ku herêm ji El Nûsrayê re bibe sitargehekê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin