Rûsya 34 Dîplomatên Fransî û 24 Dîplomatên Îtalî Dersînor Dike

Rûsya 34 Dîplomatên Fransî û 24 Dîplomatên Îtalî Dersînor Dike

.

A+A-

Rûsya34 dîplomatên Fransî û 24 dîplomatên Îtalî dersînor kir, piştî dersînorkirina dîplomatên Rûsî yên li seranserê Ewrupa meha borî.

Wezarete derve ya Rûsya îro ragihand ku 34 dîplomatên Fransî wek kesên nayên xwestin hatine dîyar kirin û dive ew kesana di nava 2 hefteyan de Rûsya biterikînin.

Berdevika wezaretê Maria Zakharova ragihand ku Rûsya bersîva biryara provokatîf û bi tevahî bêbingeh ya Fransa dide , dersînorkirina 41 dîplomatên Rûsî ya di meha Nîsanê de. "

Zakharova anî ziman ku biryara Fransa zarar daye tekilîyên di navbera her du welatan de.

Wezareta derve ya Fransa biryara Moskovayê ya dersînorkirina 34 dîplomatên Fransî şermezar kir wek tolhildana dersînorkirina Rûsên ku Parîs îda dike ku ew ajanên "ldijî berjewendiyên ewlehiyê yên (Fransa) dixebitin.

Wezaretê got ku Fransîyên ku Moskowê dersînor kirine dîplomatên rastîn in û bo biryara Rûsya ti bingeheke rewa nine.

Maria Zakharova herwiha da zanîn ku 24 dîplomatên Îtalî jî wê werin dersînor kirin, lê pirtir hûrgulîyên din neda.

Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi piştî hevdîtina bi hevtayê xwe yê Fînlandî re got ku divê ev gava Rûsya rêyên dîplomatîk negire, jiber ku bi rêya avakirina aştîyê bi rêya dîplomasîyê wê aştî were."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin