Rûhanî bo Erdogan: Divê yekparçebûna Sûriyê were parastin

Rûhanî bo Erdogan: Divê yekparçebûna Sûriyê were parastin

Rûhanî bo Erdogan: Divê yekparçebûna Sûriyê were parastin

A+A-

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî bi rêya telefonê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re axivî û behsa şerê Qerebaxê û peywendiyên navbera her du welatan kirin.

Di peywendiya telefonî de Hesen Rûhanî ragihandiye ku her sê welatên Îran, Tirkiye û Rûsya dikarin bi hemahengiya ligel hev û di çarçoveya yasayên navdewletî de rêzgirtina serweriya kêşeya herêma Nagorno-Qerebaxê çareser bikin û aramî vegere herêmê.

Rûhanî diyar kiriye ku Tirkiye li ser parastina asayîşa sînorên xwe yên ligel Ermenistan û Azerbaycanê rijd e.

Li ser qeyrana Sûriyê, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî eşkere kiriye ku Tehran dixwaze bi hemahengiya Rûsya û Tirkiyê kêşeyên Sûriyê werin çareserkirin û yekparçebûna axa Sûriyê were parastin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin