Rûfatên 100 Barzaniyên enfalkirî bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin

Rûfatên 100 Barzaniyên enfalkirî bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin

.

A+A-

Îro Şemiyê rûfatên 100 şehîdên enfalkirî yên Barzan bi rêya Firokexaneya Hewlêrê hatin vegerandin û biryar e sibe li devera Barzan bi xakê bêne spartin.

Rufatên 100 Enfalkiriyên Barzaniyan gihan Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û merasîmeke taybet ji bo pêşwazîkirina wan bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Nûnera Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert û hejmareke berpisên hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê û çend berpirsên hizîbî birêve diçe.

Rûfatên 100 Barzaniyan ji beyabana Erer ya li parêzgeha Mosene ya başûrê Iraqê bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin û biryar e sibe Yekşemê  31ê Tîrmehê di merasîmeke taybet de li devera Barzan bi xakê bêne spartin.

Rûfatên şehîdên enfalkirî yên Barzaniyan di gorên bikom yên biyabanên Erer a li başûrê Iraqê hatibûn dîtin.

Li gorî lêkolînên ku ji aliyê pisporan ve hatine kirin, diyar bûye ku ew kes Barzanî ne. Ev karwanê sêyem ê enfalkiriyan e ku têne Herêma Kurdistanê. 

Li gorî pizîşkiya dadî a Iraqê, tevahiya wan rûfatan ê mêran e, zarok û jin di nava wan de nînin.

Di dîroka 31.7.1983an de Komara Iraqê di pêlekê de 8 hezar Barzanî yên di komelgehên bi zorê niştecîkirî yên li Quştepe, Behirke, Diyana û Herîrê enfal kirin.

Piştî sala 2003an li biyabanên Erer rûfatên 596 Barzaniyan hatin dîtin û di du demên cuda de hatine vegerandin bo Barzan û li Goristana Enfala Barzaniyan de bi axê hatine sipartin.

Rejîma Sedam Hisên di sala 1983an de proseya enfala Kurdan bi enfalkirina 8 hezar Barzaniyan dest pê kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin