Rudaw û desinformasyon !

Rudaw û desinformasyon !

Pûtîn bersîv da. Rudawê bersîva Pûtîn ji binde şaş belav kir. Rudaw di nuça xwe de danê diyar kirin ku Putîn rexne li Kurdên başûr kirîye ku nêzî Amerîkane, ji binde tişteki weha ku behsa Kurdên başur nehatîye kirin û tu rexne nîne.

A+A-

Ekrem Onen

Doh(14.04.2016) serokê Rûsya Vladîmîr Pûtîn presskoferensa her sal ji xelkê Rûsya dike pêk anî. Piştî presskonfersê rojnamevanekî ku rudaw wek rojnamevanê wane daye diyarkirin pirsek di derbarê şerê kurdan li hember ISIS ê ji Putîn kir. Pûtîn bersîv da. Rudawê bersîva Pûtîn ji binde şaş belav kir. Rudaw di nuça xwe de danê diyar kirin ku Putîn rexne li Kurdên başûr kirîye ku nêzî Amerîkane, ji binde tişteki weha ku behsa Kurdên başur nehatîye kirin û tu rexne nîne. Eksî wê pûtîn bersîvek pîştgirîya Kurdan da. Li jêr bersîva putin ji devê wî ku min wergerand kurdî û xebera Ridawê di weşînim. taqdîr bira a temaşevan û xwendevana be. Gotinek heye dibên dema dokument hebe pexember bê deng dibin.

Rojnamevan: Hûn rola Kurda li hember ISIS ê çawa dibînin, bi tevayî rola Kurda?

Putîn:Rola Kurda!

Rojnamevan: Kurd !

Putîn : Mirov çi dikare bêje, lazime wek heye bêje, çawa ? Kurd milletekî gelek mêrxas ku tu bêje qehremane. Ez dizanim ez çi dibêjim, Kurd şerekî mutlaq, Fedayî (qehremaní) û gelek efektiv dikin û ew hêzeke cidîne bi şerê li dijî terorîzmê li rojhilata nêzîk her weha li Sûrî. Wek eşkereye Amerîkî aktîv bi yekîneyên ( çekdarên) Kurdanre kar dikin, di heman demê de hêzên meyî eskerî jî bi yekîneyên (çekdarê) Kurdan re di têkilîya dene her weha li dora Helebê ku nuha hezên terorist cephet el nusra û ISIS dixwaze heremên di bin destê Kurdan dene ji dest wan derxîne. Em vêya dibînin û emê alîkarîya wan ( Kurda. Werg) bikin.

P.S. Min berya demekê nivîsek nivîsî bû ku dewletên Kurdîstan perçe kirine dest bi şerêkî piskolojîk li hember kurda kirine ku kurda bikin dujminê DYA, Rûsya û yekîtîya Awrûpa û min nivîsîbû gelek ji medya Kurda jî bi zanetî an nezantî dikevin ber bayê vî şerê pîskolojîk. Ev xebera Rudawê hinek ji medya kurdî dinjî wek Rudaw jêder dabûn û belav kirine.

Ev nivîsa min a berya demekê nivîsî bu.

BALKÊŞÎ !
Di vî şapatê dawî de MEDYA Tirk a bi Tirkî û Kurdî, dest bi şerekî pîkolojîk li hember milletê Kurd kirîye. Naveroka vî şerî ewe ku dujminatîya DYA, Yekîtîya Awrûpa û Rûsya di nava Kurdan de xurt bike. Evêya di bin navê Antî emperyalïzmê û bratîya Îslamê de dikin. Divê sekularîst (Çep) û Oldarên Kurd xwe ji vî şerê pîskolojîk ê Medya dewleta Tirk bi parêzin û nekevin bin teesîra propaganda medya Tirka, û dujminatîya DYA, Yekîtîya Awrûpa û Rûsya, Ji " Sekularîst (Çep)- Kemalist" û "misilmanê- Tirk islam sentezî yên Tirka re bihêlin, bira ew vî şerê "cihadê" û "pîroz" li dijî DYA, Yekîtîya Awrúpa û Rûsya bikin . Kurd luksek wana dujminatîya DYA, Yekîtîya Awrûpa û Rûsya bikin nine. Kurd çuqas nêzî azadîyê dibin ev şerê pîskolojík xurttir dibe. Divê Kurd ji bir nekin DYA, Yekîtîya Awrûpa û Rûsya her sê ji li pirsa Kurd pozîtiv dinerin û ev metirsik mezin xistîye dilê dewletên Kurdistan perçe kirne. Heta weha bûye ji ber pirsa Kurd nakokî di navbera welatên mezin û hevalbendê wan de derketîye, wek di navbera DYA û Tirkî her weha di navbera Rûsya û Îran de derketîye. DYA, Yekîtîya Awrûpa û Rûsya. Bi teybet DYA û Rûsya di guhertina herêma rojhilata nêzîk û navîn de cihekî û teybetmendîyekê pozïtiv didin Kurda, eve metirsîya dewletên Kurdistan perçekirine.
 

Divê Kurd bizanibin çuqas nêzî DYA, Yekîtîya Awrûpa û Rûsya bin û durî dewletê Kurdistan petçekirine wê ewqas nêzî Azadîyê bin. Car caran berpirsên DYA, Yekîtîya Awrûpa û Rûsya ji bo demkî wek di diplomasîyêde hinek gotinên ku dilê dewletên Kurdistan petçekirine xweş bike jî, lê wek stratejîk DYA, Yekîtîya Awrûpa û Rûsya di pirsa Kurd de pozîtîvin û di gihertinên stratejîk li heremê dixwazin bikin Kurd dighên Azadîyê, ji ber wê dujminatîya DYA, Yekîtîya Awrûpa û Rûsya bi ti awayî ne di berjewendîyê Kurdan ê stratejîk deye, eksî vê divê Kurd heta ji wan bê dostanïya xwe bi DYA, Yekîtîya Awrûpa û Rûsya re xurtir bikin.

P.S. Pir heyf hinek ji Medya Kurdî jî dikeve bin teesîra vê propaganda medya dewleta Tirk.

http://rudaw.net/mobile/turkish/world/140420167

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin