Rojhilatê Kurdistanê: Di rojekê de 912 kes bi koronayê ketin

Rojhilatê Kurdistanê: Di rojekê de 912 kes bi koronayê ketin

Li 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê tenê di rojekê de 14 kes ji nexweşên COVID-19 canê xwe ji dest dane û 912 kes jî bi bi vê vîrusê ketine.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan - Li gor amarên fermî yên ku Wezareta Tendirustîya Îranê piştrast û belav kirine, li 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê tenê di rojekê de 14 kes ji nexweşên COVID-19 canê xwe ji dest dane û 912 kes jî bi bi vê vîrusê ketine.

Li Urmîyê 395 kesên din tûşî koronayê bûn

Rewşa parêzgeha Urmîyê ya Rojhilatê Kurdistanê di alîyê hejmara tûşbûn û mirinên bi sedema vîrusa nû ya koronayê COVID-19 gelek xirab e û li gor amarên herî dawî, îro 395 kesên din bi vê vîrusê ketine.

Herwiha 4 kesên din ji pêketîyên koronayê li parêzgeha Urmîyê di nava 24 demjimêrên bihorî de canê xwe ji dest dan.

Bi vî awayî hejmara giştî ya kesên ku heta niha li parêzgeha Urmîyê bi koronayê ketine, gihîşte 6 hezar û 221 kesan û hejmara mirîyan jî bo 233 kesan bilind bû.

Rêjeya herî zêde ya tûşbûna bi koronayê li navenda bajarê Urmîyê ye ku 1,729 kes e, herwiha herdu bajarên Kela Xwê (Xoy) bi 1,091 haletan û Mihabad bi 756 haletan di pileyên duyem û sêyem de cih digirin.

Rêjey herî kêm a tûşbûnê li wê parêzgehê li Çaldiranê ye ku 17 kes heta niha li vî bajarokî bi koronayê ketine.

Di nava 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, zêdetirîn rêjeya tûşbûn û mirinên bi sedema koronayê li parêzgeha Urmîyê hatîye tomarkirin.

Li Sine 5 kesên din bi coronayê mirin

Li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê 5 kesên din ji ber koronayê jîyana xwe ji dest dan û çûyina bo wê parêzgehê hate qedexekirin.

Li gor amara zanîngeha pizîşkî ya parêzgeha Sine, 5 tûşbûyên din yên korona li wê parêzgehê canê xwe ji dest dan û 139 kesên din pêketin.

Heya niha li parêzgeha Sine bi giştî 3 hezar û 447 kes bi koronayê ketine ku 162 kes ji wan jîyana xwe ji dest dane. Rêjeya herî zêde ya tuşbûyan li navenda bajarê Sineyê bi xwe ye ku li navenda Sine 1 hezar û 197 kes bi koronayê ketine.

Hejmara herî kêm a tuşbûyan jî li bajarê Sewlawe ye ku hejmara li wir 37 tuşbû ye.

Cîgirê Parêzgarê Sine yê ji bo karûbarên sîyasî û ewlekarîyê, Hisên Xoş Iqbal jî ragihand, ku geştkirina bo wê parêzgehê qedexe ye û rê bi geştyaran nayê dan ku serdana parêzgehê bikin.

Li Kirmaşanê 6 kesên din mirin

Li gor amarên herî dawî, li sînorê parêzgeha Kirmaşanê 250 haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa COVID-19 hatine tomarkirin û 6 kes ji nexweşên vê vîrusê jî canê xwe ji desy dane.

Bi vî awayî hejmara giştî ya pêketîyên koronayê li Kirmaşanê bo 5 hezar û 517 kesan bilind bûye û heta niha 139 kes jî li wê parêzgehê bi sedema koronayê mirine.

Li alîyekî din, ji îro ve li parêzgeha Kirmaşanê, dest bi cîbicîkirina hin rêkarên taybet bi rûbirûbûn û kontrolkirina koronayê hat kirin.

Di nava bajarê Kirmaşanê û bajarên din ên wê parêzgehê de, bikaranîna maskan hat ferzkirin û kesên maskan bikar nehînin, rê nayê dan ku hatin û çûna nav bazarê û molan bikin, herwiha hêlên veguhastinê yên giştî jî wan kesan suwar nakin.

Herwiha hatin û çûna bo nav goristanan hatîye qedexekirin, ji bo veşartina mirîyan, tenê 2 heta 3 kes ji xizmên gelek nêzîk dikarin li goristanan amade bin. Holên merasiman, melevangeh û navendên fêrkarîyê yên zanistî, kulturî û hunerî, tevî hemû ew cihên ku xelk têd ekom dibin, dê bêne girtin, weke cihên werzişî, mizgevt, navend û cihên geştyarî.

Serokê Zanîngeha Pizîşkî ya Kirmaşanê, Mehmûdriza Muradî jî dibêje, di rojên derbasbûyî de hejmara tûşbûnan û mirinên bi sedema koronayê li parêzgehê zêdetir bûye û tekez kir, rewşa parêzgehê niha di asta hişyarîyê de ye.

Li herdu heftîyên derbasbûyî de, bi awayekê navendî, rojane 3 kesan li Kirmaşanê bi sedema koronayê canê xwe ji dest dane.

Li Loristan û Îlamê 128 kes bi COVID-19 ketine

Rewş li herdu parêzgehên Loristan û Îlam heta radeyekê nezelal e, ji ber ku hin rojan amarên derbarê koronayê de nayên ragihandin û hin caran heta du yan sê rojan jî ragihandina amarên nû paş dikeve.

Li gor amarên ku heta niha hatine ragihandin, li Loristanê 97 haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa COVID-19 hatine tomarkirin, lê mirina ti kesî nehatîye ragihandin.

Bi vê yekê, hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Loristanê bi vê vîrusê ketine, gihîştîye 4,550 kesan û herwiha heta niha 165 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Herwiha li parêzgeha Îlamê jî di 24 demjimêrên bihorî de 31 kesên din bi koronayê ketine.

Amarên fermî yên Wezareta Tendirustîya Îranê nîşan didin, ku heta niha 67 kesan li Îlamê bi sedema nexweşîya koronayê canê xwe ji dest dane û 866 kes jî heta niha bi vê nexweşîyê ketine.

Li ser asta Îranê jî, îro Berdevkê Wezareta Tendirustîya Îranê Kîyanûş Cehanpûr da xuyakirin, ku 3,134 haletên nû yên tûşbûna bi COVID-19 li wî welatî hatine tomarkirin û herwiha di 24 demjimêrên derbasbûyî de 70 kesan canê xwe ji dest dane.

Bi vê yekê hejmara giştî ya tûşbûyên koronayê li Îranê gihîşt 160,696 kesan û ji wê hejmarê heta niha 8,012 kesan canê xwe ji dest dane.

Herwiha li gor amarên fermî, heta niha li Îranê zêdetirî 125,000 kes ji pêketîyên koronayê baş bûne.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin