Rojhilat – Rojnamevan û aktîvîsta kurd Firişte Çiraxî hat girtin

Rojhilat – Rojnamevan û aktîvîsta kurd Firişte Çiraxî hat girtin

Çekdarên îstixbarata Îranê li bajarê Serpêla Zehaw yê Rojhilatê Kurdistanê rojnamevaneka kurd girtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Malpera Hengaw ragihandîye, çekdarên îstixbarata Îranê îro ketin mala rojnamevan û aktîvîsta jîngehê kurd Firişte Çiraxî li bajarê Serpêla Zehaw li eyaleta Kirmaşanê û ew girtin.

Li gorî agahîyan, ew rojnamevan û aktîvîsta kurd bi behaneya piştevanîkirina xwepêşandanan hatîye girtin.

Malbata wê dane zanîn, çekdarên îstixbarata Îranê Firişte girtin û birin bajarê Kirmaşanê.

Wê aktîvîsta kurd di dema erdheja Kirmaşan û Serpêla Zehawê de gelekî alîkarîya mexdûrên erdhejê kiribû

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin