ROJHILAT/ Pêdivîya xelkê bi nan û avê hene!

ROJHILAT/ Pêdivîya xelkê bi nan û avê hene!

Karesata lehîyê, ev çen roj in didome. Li parezgehên Kirmaşan, Îlam û Loristanê, ji ber lehîyê çendîn rê hatine girtin lewre alîkarî jî bi rehetî nakeve dest.

A+A-

li.jpg

Li gor agahîyên nû, ev 4 roj di ser rûdana lehiyê li navçeya Majîn û gundên ser bi vê navçeya parêzgeha Îlamê re derbas bûne, hêj jî hêzên hawarçûnê negihîştine wî deverê û xelkê deverê bê alîkarî mane û 6 gund bi temamî ketine bin avê, lê belê heta niha tîmên hawarçûnê bi rêyên bejayî negihîştine vê navçeyê. Herwiha ji ber lehiyê pira navbera Majîn û Dereşarê xirab bûye û hêzên Heyva Sor a Îranê tenê hinek caran bi helîkopteran xwarinê ji xelkê navçeyê re dibin. Heta niha rêjeya zirarên canî û maddî yên lehiyê li Majînê nehatiye zanîn.

Fermandeyê Supaya Pasdaran dibêje, şeş hezar kes ji nîştecihên bajar û gundên Majînê ji ber lehiyê ketine dorpêçê û ji ber ku rêyên ber bi herêmê ve qut bûne, heta niha diyar nîne ku çend zirar gihîştiye xelkê deverê.

d3ucu2lwsaecexa.jpg

Li aliyekê din, 11 bajar û 800 gundên parêzgeha Loristan a Rojhilatê Kurdistanê jî di bin bandora lehiyê de ne.

Parlamenterê Bajarê Pulduxterê li parlamentoya Îranê ragihandiye, 20 gundên derdora çemê Keşkanê bi temamî ji nav çûne û lehiyê her tiştekî wan gundan bi xwe re biriye.

Hêj amarên dirist ên ziyanên canî û maddî yên lehiyên li Loristanê nayê zanîn. Li bajarên Pulduxter, Meimûlan û Elîguderzê yên parêzgeha Loristanê û herwiha navçeya Majînê yê Îlamê zirar gellek mezin in.

Çavkaniyekî li nêzîkî bajarê Pulduxterê ragihand, bi hezaran xelkê deverê bê mal mane û lehiyê malên wan wêran kiriye.

Heman çavkaniyê got, xelkê deverê ji bo parastina canê xwe çûne derdora bajêr û cihên bilind û pêwîstiya wan bi xwarinê û konan heye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin