Rojava | SOHRê bîlançoya 2021ê ya êrîş û qurbaniyên terora DAIŞê eşkere kir

Rojava | SOHRê bîlançoya 2021ê ya êrîş û qurbaniyên terora DAIŞê eşkere kir

.

A+A-

Hat ragihandin ku li navçeyên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di nav sala 2021ê de, di encama êrîşên şaneyên terorîstên DAIŞê de nêzî 230 kes ji xelkê sivîl û hêzên HSDê hatine kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) amarên êrîşên DAIŞê yên sala 2021ê tomar kir û ragihand, îsal li Rojavayê Kurdistanê 342 êrîş bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Asayîş û sivîlan de hatine encamdan.

Çavkaniyên SOHRê diyar kirine, li navçeyên Rêveberiya Xweser (Heseke, Reqa, Dêrezor û Helebê) sala 2021ê, di 342 êrîşên şaneyên DAIŞê de yên ser xelkê sivîl û HSDê de, nêzîkî 230 kesan can daye ku ji wan 93 sivîl bûn û 135 kes jî şervanên HSDê û Asayîşê bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin