Robertson: YPG mekanîzma ewlehîyê ya Amerîkî – Tirkî bi cih dike

Robertson: YPG mekanîzma ewlehîyê ya Amerîkî – Tirkî bi cih dike

Peyvdarê Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand, vekişîna hêzên YPGê ji ser sînorê bi Tirkiyê re nîşana piştevanîya wê ji rêkeftina herêma ewle re ye.

A+A-

Peyvdarê Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand, vekişîna hêzên YPGê ji ser sînorê bi Tirkiyê re nîşana piştevaniya wê ji rêkeftina herêma ewle re ye.

Peyvdarê Pentagonê Sean Robertson ragihand, gava YPGê ya vekişandina hêzên xwe ji ser sînorê bi Tirkiyê re nîşana wê yekê ye, YPG piştevaniya bicihkirina mîkanîzma ewlehiyê ya di navbera Amerîka û Tirkiyê de dike.

Sean Robertson da zanîn, ew rêkeftin dê aramiya li bakurê rojhilatê Sûriyê heye biparêze, ta careke din DAIŞ venegere, herwiha dê nebe jî asteng li pêş karê wan û hevpeymanan ji bo jinavbirina DAIŞê.

Di çarçova rêkeftina herêma ewle de, şervanên YPG û HSDê bi çekên xwe ji navçeyên sînorî yên Serê Kaniyê û Girê Sipî vekişayane û xalên xwe yên leşkerî yên sînorî jî dê radestî hêzên xwecihî bibin.

Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî ji ajansê “Reuters” re ragihand, vekişîna YPG ji ser sînor dê ji 5 ta 14 K.M be û dê tenê ji baregehên leşkerî û deverên gundewarî vekişe, ne bajar û bajarokan.

Balî got jî, hêzên Tirkî û hêzên hevpeymanan bi serokatiya Amerîka dê çavdêriya navçeya sînorî ji nava xaka Tirkiyê ve bikin.

Amaje bi wê yekê jî kir, rêkeftin ew e, mîkanîzmeke ewlehiyê bê avakirin, ne herêmeke ewle. Ev yek jî dê bihaneyên Tirkiyê yên girêdayî bi gefên li ser ewlehiya wê ya netewî sar bike.

Roja 7ê Tebaxê Amerîka û Tirkiyê li ser hejmarek ji xalan lihev kiribûn ji wan jî Navnedeke Operasyonên Hevbeş bo hevahengî û avakirina herêma ewle li rojhilatê Firatê pêk bînin.

Washington kûrahiyê wê herêmê ji 5 ta 14 K.M dibîne, lê Tirkiye rijd e ku di navbera 30 – 40 K.M de be.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin