Riya Hewlêr-Mexmûr hat vekirin

Riya Hewlêr-Mexmûr hat vekirin

Rêya serekî ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê piştî şeş mehan daxistî ma îro hate vekirin.

A+A-

Îro 02.04.2018ê bi merasîmekê û bi amadebûna fermandarên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê ve rêya Hewlêr û Mexmûrê hate vekirin.

Hêzên Pêşmerge li rawestgeha Bazarge bicîh bûn û biryare çend sed metreyek li jêr wan jî artêşa Iraqê rawestgehekê dayne.

Herçend hikûmeta herêma Kurdistanê rê ji hatûçûna hemwelatiyan re vekiribû jî, lê hêzên Iraqê rê bi temamî daxistibû û rê ji hemwelatiyan re nedida ku hatûçûnê bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin