Rewşenbîrên Cizîrê darên zeytûnê ji bo Efrînê diçînin

Rewşenbîrên Cizîrê darên zeytûnê ji bo Efrînê diçînin

Ji 5ê sibatê ve Karwana Zeytûnê ku ji aliyê hejmarek ji endamên yekîtiyên nivîskar û rewşenbîrên Kurd ve ji bajarê Kobanê despê kir û 366 darên zeytûnan li herêma Kobanê çandin, gihişte bajarê Qamişlo.

A+A-

Li jêr diruşma “Karwana Zeytûnê” ku gihişte bajarê Qamişlo, dest bi çandina darên zeytûnan kir. Piştî ku endamên Karwana Zeytûnê 366 dar li herêmê Kobanê çandin, berê xwe dane devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê û dê heman hejmara daran li bajar û bajarokên deverê biçînin.

 

Hejmarek ji yekîtiyên nivîskar û rewşenbîran di karwanê zeytûnê de beşdar in. Endamên karwanê dibêjin ku ev karê tê kirin, simboleke ji bo Efrîna birîndar û dê darên zeytûnan li gulîstan, dibistan û gorîstanên şehîdan bêne çandin,herweha û ji bo belavkirina çanda çandiniya daran, hijmarek ji darên zeytûnan dê li hin malan bêne belav kirin.

Bi boneya bîranîna yekemîn salvegera dagirkirina Efrînê, Karwana Zeytûnê di bin diruşmeya “Emê ji nû ve Efrînê gul vedin” ji herêma Kobanê despê kir û 366 darên zeytûnan li gorî hejmara gundên Efrînê çandin. Karwana Zeytûnê ku eger e di vê kampînê de nêzî 750 darên zeytûnan biçînin, li devera aliyan ta bi çemê Diclê kampîna wan dê bi dawî dibe.

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin