Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e!

A+A-

Eger Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistan, rewşenbîr, pispor, siyasetmedar û aqilmendên Kurd zorîyê nedin rêxistinên xwe, bingehek netewî avanebe û xwedî li axa xwe dernekevin, pîlanên dagirkeran li ser asta amadekirina „mekezagona Sûrîye“ de, di asta bicîhkirina penaberên Sûrîya û guhertina demografîya Başûrê Rojavayê Kurdistan de û di asta destkeftinên Kurd û Kurdistan de wê têkherin. Ev tehlûke derketîye holê û li ber me ye.

Di nav van gur, keftar û wawîkan de 2 nûnerên Kurd, pişt şikestî û stûxwar wê bikaribin çi bikin?

 

Dema ku dengê ewran û şirqîna tava teyrokê, ji dûr ve xuya dike, ewr jî bi lez li hev digerin, dicivin, kom dibin, reş û sîpî dibin, derdor tarî dibe û ji derbekê de brûskek, ku erd bihejîne, li ser serê me dişirqîne. Êdî tiştê ku bibare despêkirîye. Eger di pêvajoka kombûna ewran de tedbîr nehatibin stendin, wê xiramet jî mezin be.

Ev 8 sal e li Sûrîye şerê navxweyî berdewame. Opozîsyona Sûrîye ji bingehek opozîsyonî derketîye û bûye hêzek çekdar a di destê aktorên herêmê û yên hêzên navdewletî de.

Opozîsyona Sûrîye, di nava civata medenî de jî bingeha xwe wendakiriye û nemeşrû ye. Wan hêzên çekdar ku wek „opozîsyon“a Sûrîyê xwe didin nîşan, çeka mezin a di destê Tirkîye de, ku li hember kurdan bikarbîne ye. Di helwesta dijberîya kurdan de karesatên van hêzan û Tirkîye hevûdû temam dikin. Li Efrîn û derdorên Cerablûs û Babê karesatên ku dibin, mînakên zordarîya dewleta Tirk û hemahengîya di navbera wan û van hêzên çekdar de ye.

Bi pêşengîya Rusîya, Îran û Tirkîye û piştgirîya Netewên Yekgirtî (NY) „Komîsyona Pêkanîna Destûra Sûrîye“ hat neqandin. Di vê Komîsyona Pêkanîna Destûra Sûrîye de 150 rêvebir û nûner cîh digirin. Ji van 50 kes nûnerên NY., Rejîma Sûrîyê jî bi 50 nûneran, Opozîsyon ku ENKS jî di nav de bi 50 nûneran beşdar dibe. Ji van tenê 2 nûner (Ji ENKS) wek nûnerên kurdan hatine hilbijartin. Gazî PYD nekirine û beşdar nabe.

Pêkanîna Komîsyona Destûra Sûrîye di bin çavdêriya navdewletî de wek „serkeftinek ji hemû gelê Sûriyê re“ didin nîşan! Lê di eslê xwe de têkbirina kurdan û binpêkirina mafê kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistan bi xwe ye.

Ji destpêka şerê navxwe yê Sûrîye de, min nivîsand û eşkere kir, ku Kurd li ser axa xwe enîyek niştimanî û hevgirtî ava nekin û bi artêşek netewî xwedî li axa xwe dernekevin û neparêzin, wê têkherin! Niha li ser kurdan ewrên reş kom dibin û ji hawîrdor ve Kurd di bin tava teyrokê de, raserî tehlûkên mezin werin.

Sebeba vê, berpirsiyariva serete helwesta PKK/PYD û têkilîyên YPG yên ji siyasetek netewî dûr, yên berjewemendîyên partîzanî bi rejîma Sûrîye re ne. Kurd wê xirameta siyaseta totalîter bidin. Ev têkilî, bûn sebeb ku Kurd di Pêkanîna Komîsyona Destûra Sûrîye de, bi şîveyek hevgirtî û xurt cîhên xwe negirin!

Mijarên li pêşîya vê Komîsyonê ev in:

1-Pêkanîna herêma ewle,

2-Amadekirina Destûrek nû ji bona Sûrîye.

3-Rawestandina şerê li Sûriyê û pirsa penaberan.

Ev demeke seranserê Rojhilata Naverast wek gilokek agir di şer de ye. Kurd û Kurdistanî di nav vê giloka agir de li ber xwe didin. Kurd Kurdistanî di nav vê mij û nediyarîya rewşa herêmê de, pir qurbanî dan û qahremanîyên dîrokî tomar kirin. Darên zeytûnê û sengerên şer himbêz kirin û xwestin ku xaka xwe biparêzin. Mixabin hesabên biçûk, hizbî, sîyasetek totalîter û ji hestên netewî dûr, ev ked û xwîna şervanên Kurd xist bin bandorek neyênî û pêşerojek nedîyar.

Min her gotîye; tenê tomarkirina qahremanîyên serbazî têrê nake. Pîlanên li ser Kurdistan gewre ne û şaxek wê girîng a navdewletî jî heye. Ku ev qahremanîyên serbazî, xwebexşî; ne di stratejîyek Kurd û Kurdistanî de be, tomarkirina destkeftinên siyasî û parastina xaka bavûkalan wê ne hêsan be.

Îro ev rewş bi zelalî derketîye ber me, ku di nav gur û wawîkan de eger Kurd ne hevgirtî û xwedî biryarên netewî bin, di asta dîplomasî de şensê kurdan, ku di van komîsyonan de mafê gelê xwe biparêzin û destkevtinan tomarbikin tineye.

Rejîma Sûrîye bi 50 nûneran di komîsyonê de cîhê xwe digire. Li ser pirsa Kurd û Kurdistan hevalbendên vê dewletê Rûsîya, Îran û Tirkîye ye. Ev dewlet di nav nûnerên NY de jî xwedî bandorin. „Opozîsyon“ a Sûrîye jî bi 50 nûneran beşdar e û „opozîsyon“ a rejîma Sûrîye jî, dijminatîya kurdan dike. Di warê Pirsgirêka Kurd û Kurdistan de helwesta nûnerên „opozîsyon“ê, helwesta rejîma Sûrîye, helwesta Rûsîya, Îran û Tirkîye yek helwest e.

Gotina dawî ya PKK/PYD û YPG jî hemahengîya bi Rejîma Sûrîye re ye. Ji her ku her cîh lê teng bûye, her di daxûyanîyên xwe de ev eşkere anîye ziman û gotîye; „eger di qada navnetewî de em tenê bimînin û em têkevin bin êrîş û tehdîdên Tirkîye, emê herin cem rejîmê“(!)

 

Hîn destpêk e!

Eger Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistan, rewşenbîr, pîspor, siyasetmedar û aqilmendên Kurd zorîyê nedin rêxistinên xwe, bingehek netewî avanebe û xwedî li axa xwe dernekevin, pîlanên dagirkeran li ser asta amadekirina „mekezagona Sûrîye“ de, di asta bicîhkirina penaberên Sûrîya û guhertina demografîya Başûrê Rojavayê Kurdistan de û di asta destkeftinên Kurd û Kurdistan de wê têkherin. Ev tehlûke derketîye holê û li ber me ye.

Di nav van gur, keftar û wawîkan de 2 nûnerên Kurd, pişt şikestî û stûxwar wê bikaribin çi bikin?

26.09.2019

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin