"Rewşa Awarte bi rengekî ne qanûnî tê bikaranîn"

"Rewşa Awarte bi rengekî ne qanûnî tê bikaranîn"

Partî û tevgerên Kurdistanî di 4ê cotmehê da (4/10-16) me li Diyarbekrê civînek çêkir.

A+A-

 

Ji raya giştî ya Kurdistanê ra

Wek partî û tevgerên Kurdistanî di 4ê cotmehê da (4/10-16) me li Diyarbekrê civînek çêkir. Li ser vê civînê me biryar da em raya giştî ji van xusûsan agahdar bikin.

1. Em êrîşa terorîst ya derî mirovahiyê ya Daîşê û hamiyên li pişt wê ya li Kurdistana rojava li bajarê Hesekê şermezar dikin. Ji birîndaran ra şîfa û ji şehîdên xwe ra jî ji Xwedê rehmetê dixwazin.

Li hemberî Daîşê û hêzên din yên dijminên însaniyetê, em bi Kurdistana rojava ra ne, divê ev yek careke din were zanîn.

2. Li Tirkiyê piştî Derbeya 15ê Temûzê bi destûra ku hukûmetê ji meclîsê girt û di çarçoveya Rewşa Awarte da girtin û jikarderxistina, ji memûrîyetê avêtina bi dehhezaran însanên masûm nayê qebûlkirin.

Him Rewşa Awarte û him jî selahiyeta wê ya keyfî bi rengekî ne qanûnî tê bikaranîn.

3. Tayinkirina qeyûman ser belediyên Kurdistanê bêhuqûqî ye, nasnekirina îradeya gel û demokrasîyê ye.

Divê hukûmet di demeke nêz da ji vê şaşiyê vegere û van tetbîqatên şer û dijberiyên civakî zêde dikin bide rawestandin.

Divê hukûmet vegere ser pêvajoya çareseriya Kurdistanê. Em viya ji bo mewziyên demokratîk jî muhîm dibînin.

4.Di rewşa Awarte da zextên ser medyaya muxalif, girtina nivîskar û rojnamevanan gihîşt astên nedîtî.

Halbûkî hukûmeta AKPê gotibû Rewşa Awarte "li hemberî hukûmetê îlan bûye", demokrasî ewê jê zirarê nebîne.

Tiştên ji Rewşa Awarte û vir da qewimîn, girtina 12 telewîzyon û rodyoyên têkiliyên wan qet bi Cimatê tuneye eksê vê îdîayê nîşan dide.

5. Zarok TV ji zarokên kurd ra program çê dikir, bi program û fîlmên xwe rê li ber asîmîlasyona zarokên kurdan digirt. 
Lê hukûmetê Zarok Tv jî da girtin. 
Ev jî şêla hukûmetê ya li hemberî zimanê kurdî û weşanên kurdî nîşan dide. 
Ji Turksatê derxistina Zarok TV û 11 kanalên din nîşana bêtehamuliya li hemberî zimanê kurdî û azadiya çapemeniyê ye.

6.Bêtehamuliya hukûmetê ya li hemberî zimanê kurdî, bêtehamuliya li hemberî navê Kurdistanê û siyaseta kurdî, ji ber ku di navê wê da gotinên kurdî hene, li Manîsayê daxistina tabeleya PSKê jî nîşan dide ku hukûmet li hemberî kurdî û navê Kurdistanê bêtehamul e.

Li Manîsayê daxistina tabelaya PSKê ji alî walî ve em bi şîdet protesto dikin.

7.Divê hukûmeta AKPê dev ji vê siyaset û tetbîqatên xwe yên dijberiyên nava civatê zêde dikin, gelşan girantir û şîdetê jî kûrtir dikin berde.

Banga me ya ji hukûmetê ra, divê hukûmet tavilê dest bi reformên demokratîk bike û ji bo çareseriyê meseleya kurd, bi riyeke aştîyane û diyalogê, divê gavan bavêje.

AZADÎ, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR, PSK

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin