Rêvebiriya PDK-Tê daxuyaniyek di derbarê tifaqa digel HDPê de belav kir

Rêvebiriya PDK-Tê daxuyaniyek di derbarê tifaqa digel HDPê de belav kir

Rêvebiriya Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê (PDK-T) di derbarê tifaqa digel HDPê de daxuyaniyek da û got rêvebiriya partiyê ti caran biryar li ser namzetan nedaye.

A+A-

"DAXUYANIYA PDK-T ( Partiya Demokrata Kurdistana - Tirkiyê) DI DERBARÊ HILBIJARTINÊN HEREMÎ DE

Roja heftê Sıbatê 2019 (07 02 2019) li Diyarbekirê Revebirîya Partîya Demokrata Kurdistana Tirkîyê civîna xwe lidarxist. Rêvebirîya PDK-T ji heft endaman pêk te. Di civînê de hemû endamên rêvebirîyê amade bûn, tenê Mehmet Emin Kardaş nexwest beşdarî civînê bibe. Di vê civînê de rêvebirîya PDK-T hilbijartinên heremî niqaş kirin û biryar hate dayîn ku dîtin û biryarên xwe bi raya giştî re parvebikin.

-Di dema ku tifaq û hevkarî di nava parti û rêxistinên Kurdan de hatin niqaş kirin, Meclîsa Partiya Demokrata Kurdistana- Tirkiyê biryar da ku li gel HDP hevkariya hilbijartina heremî bike. Meclîsa Partiyê bi yekitîya dengan ev biryar da ku hevkariyê li gel HDP bike. Ji bona karûbarê hilbijartina heremî Meclîsa Partiyê erka xwe dewrî rêvebiriya partiyê kir. Li gora destûr û biryara Meclîsa Partiya rêvebirî bû berpirsê karûbarên hilbijartinên heremî. Ev biryar di deftera biryardana partiyê de jî hatiyê nivîsandin û imze kirin. Ango ev biryar xwediyê statuyeke huquqî û destûrîye û divê hemû karê partiye yên hilbijartinên heremî jî li gora vê biryarê birêve biçin.

-Piştî vê biryarê û pêvajoya guftûgoyên siyasî Serokê PDK-T guh neda biryara Meclîsa Partîya xwe, rêvebirî li derveyî guftûgoyan hişt û li gora serê xwe tevger kir. Ev helwest di nava rêvebirîyê de qet nehatiye qebûl kirin. Di vê pêvajoyê de Serokê Partiyê ajandayekî li gora kesayetîya xwe meşandiye. Mehmed Emin Kardaş weke serokê partiyê tevger nekiriye. Pazarên malbatî û şexsî kirine. Em vê helwestê exlaqî nabînin û me gelek caran Delegasyona HDP bi rêya dostan haydar kir lê belê tu encamên şênber dernektin holê. Wusa xuyadike ku ev helwesta Mehmet Emîn Kardaş hinekî jî li hesabê HDP dihat.

- Lihevkirina ku serokê partiyê û delegasyona HDP biryar li ser namzet û bajaroka danê ne li gora giraniya PDK-T di siyaseta Kurdan de ye. Weke rêvebirîya partîyê, heta nûha me tu caran biryar li ser navê namzetan û bajaran nedaye. Di nava revebiriya PDK-T û HDP de tu protokol, lihevkirin û peyman de pirsa namzet û bajaran de jî nehatine îmze kirin…

-Di civaka Kurdan de hemû kes dizane ku PDK di dirok û siyaseta Kurdan de, li seranserê Kurdistan xwediyê rûmet û praktîkêk bi nav û deng e. Parti xwediyê prensîb, exlaq û helwesteke netewî ye. Em weke rêvebirîya PDK-T ne li gel vî encamê ku ji raya giştî re hatiye dîyar kirin de cîh digirin. Em weke rêvebirî li pişt vê biryarê ranawestin û rast jî nabînin. Him serokê partiyê û him jî delegasyona HDP prensibên demokrasiyê, exlaqê siyasetê, helwest û rebazên hevbeşîyê û hevkarîyê binpê kirine. Ev encam alikariya hevbeşî, dîyaloga siyasî û xebat ji bona yekitîya netewa Kurd nake.

-Em weke PDK-T di pirsên netewî û siyasî de dilxwaz û aligirên hevkarî, hevbeşî û tifaqên netewî ne. Divê tevgera Kurdan hevkar be, baldar be û netewî be. Hewcedariya miletê me bi hevgirtin û yekitîya netewî heye. Dı van pêwendiyan de divê pîvanên netewî û exlaqê siyasetê, nirxên welatê me û doza hevbeş di ser hemû berjewendî û derfetên kesayetiyê re were girtin.

Silav û rêz

Serkeftin her ya Miletê Kurd e.

PARTIYA DEMOKRATA KURDISTANA-TIRKÎYÊ

Rêvebirî. 08 02 2019 Diyarbekir"

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin