Rêveberîya Xweser: Sûrîyê dîyalog red kir

Rêveberîya Xweser: Sûrîyê dîyalog red kir

Cîgirê Hevserokatîya Rêveberîya Xweser a li Bakur Rojhilatî Sûrîyê, Bedran Çîyakurd îro di daxuyanîyeke taybet de ji Rûdawê re got, hikûmeta Sûrîyê bi fermî red kir, ku ligel Rêveberrîya Xweser dîyalogê bike.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Bedran Çîyakurd ji Rûdawê re dîyar kir, rêjîma Sûrîyê bi vê hişmendîya xwe, ne amade ye ku bi ti alîyan re dîyalog û danûstandinê bike û tekez kir, “rêveberîya Şamê dixwaze rewşê vegerîne berîya sala 2011ê û bi rêbazên leşkerî û ewlehî pirsgirêkan çareser bike, û bi wî awayî rikeberên xwe bide alî.”

Çîyakurd da xuyakirin, “ew hişmendîya hikûmetê dê rewşa Sûrîyê ber bi perçebûnê ve bibe, lewra tê xwestin ku hikûmeta Şamê dest ji vê hişmendîyê û sîyaseta xwe berde û li gor prensîbên çareserîyê û biryarên navdewletî, û rastîya li ser erdê tevbigere.”

Tîkildarî hewlên ji bo danûstandinên navbera Rêveberîya Xweser û hikûmeta Sûrîyê, Bedran Çîya Kurd ragihand: “Mixabin di vê derbarê de heta niha ji alîyê Şamê ve ti nêzîkbûneke pêkan derneketîye holê.”

Cîgirê Hevserokatîya Rêveberîya Xweser a li Bakur Rojhilatî Sûrîyê, ji welatên herêmê û civaka navdewletî xwast ku ji bo pêşxistina rewşa sîyasî li Sûrîyê helwest û îradeya xwe bikin yek û guvaşê li ser hikûmeta Şamê çê bikin, daku rê li ber dîyalogê vekin.

Bi gotina Bedran Çîyakurd, di vê derbarê de hîna nerîn û helwestên civaka navdewletî ne yek in û destnîşan kir, ev yek jî dibe derfetek ku hikûmeta Şamê li ser sîyaseta xwe ya niha berdewam be.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin