‘Rêveberiya Xweser li şûna êrişkaran bigire, Rûdaw girt’

‘Rêveberiya Xweser li şûna êrişkaran bigire, Rûdaw girt’

.

A+A-

 Ji dema ku Tora Medyayî ya Rûdawê dest bi kar û rûmala xwe li Rojavayê Kurdistanê kir û heta niha, ew demeke dirêj di bin gefa çek bi destên rûveşartî û ciwanên hizbî yên alozîçêker de bûye li Rojavayê Kurdistanê. Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya li Rojavayê Kurdistanê dibêje, li şûna ku Rêveberiya Xweser êrişkaran bigire, biryara rawestandina karê Rûdawê da.

Ji destpêkê û heta roja 5ê vê mehê ku Rêveberiya Xweser biryara rawestandina karê Rûdawê da:

  • 6 caran ofîsa Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşên rasterast hatiye
  • 2 peyamnêrên Rûdawê hatine derxistin
  • 3 karmendên Rûdawê rastî lêdanê hatine
  • 7ê kanûnê Asayişê tevahiya karmenêd Rûdawê girtin
  • Gefa Kuştinê li tevahiya karmendên Rûdawê hatiye xwarin

Li şûna girtina êrişkaran, girtina Rûdawê

Derbarê van êrîş û binpêkirin û gefan de, Fehid Sebrî, Rêveberê Ofîsa Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê behsa êrîşa herî dawî kir û got li şûna encamderên êrîşê bên girtin, Rêveberiyê biryara rawestandina karê wê da.

Fehid Sebrî, Rêveberê Ofîsa Rûdawê, “Berî 2 rojan tîma Rûdawê li Qamişlo rastî lêdanekê hat ji aliyê kesên nenas ve. Hêviya me hebû Rêveberiya Xweser jî wan bibîne û ji me re tiştekî bike. Kelûpelên me heta niha li cem wan e û nedayîne me.”

Her derbarê van gef û êrîşên ku li dijî Tora Medyayî ya Rûdawê hatine kirin, parêzer û yasanas Omran Mensûr ji Rûdawê re got, ev hewleke ji bo sepandina take nêrînekê.

`Dixwaze tenê medya û nêrîna wê hebe`

Omran Mensûr, Parêzer, “Ew jî nêrîna wê wisa ye, dixwaze tenê ragihandina wê hebe, tenê nêrîna wê bişîne ji Rojavayê Kurdistanê hemû yê re, lê ev gelek zehmet e. Berî 20-30 salan dema ku ev teknolojî tune bû, ji Facebook, Twitterê tişt nedigihijtin milet, ev tişt dibû. Em naxwazin Kurdistana Sûriyê bibe wek Koreya Bakur û rê tune be ji milet re ku nêrîna xwe bide.”

Di daxuyaniyekê de, Tora Medyayî ya Rûdawê biryara Rêveberiya Xweser wekî biryareke siyasî û tawanekê li dijî Azadiya karê medyayî wesif kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin