Rêveberîya Xweser: Her êrişeke Tirkîyê dê karesatê bixwe re bîne

Rêveberîya Xweser: Her êrişeke Tirkîyê dê karesatê bixwe re bîne

Rêveberîya Xweser li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku her êrîşeke Tirkîyê dê herêmê ber bi karesateke mezin ve bibe. Herwiha Rêveberîyê Xweser dibêje eger Tirkîyê êrîş bike ew dê mafê parastina rewa bi kar bîne.

A+A-

 

Nerina Azad

 

Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê piştî gefên Tirkîyê yên bo operasyoneke li dijî rojhilatê Firatê bi daxuyanîyeke nivîskî bersiv da.

Di daxuyanîya Rêveberîya Xweser de  hate amajekirin ku rolek girîng di parastina ewlehîyê herêman de lîstin û hewldanên parçekirina Sûrîyê yan jî parçekirina yekitîya civakê qebûl nekirin, metirsîyên wan li ser ewlehîya dewletên cîran tine, berovajî wê  yekê ew her tim hewla dîyalogê didin.

Rêveberîya Xweser dibêje: “Me rolek bingehîn lîst û fedekarîyên mezin da û bi hevsengîya Hevpeymanîya Navdewletî re DAIŞ şikand, zêdetirî nîvê rûbera Sûrîyê ji terorê rizgar kir. Me li şûna cîhana azad û mirovahîyê li hember hovantirîn rêxistinên terorîst di alîyê leşkerî û erdnîgarî de bi ser ketin. Têkoşîna me ya tunekirina şaneyên veşartî û misogerkirina ewlehîya herêmê berdewam in.”

Derbarê gefên êrişên Tirkîyê de Rêveberîya Xweser radgihîne: “Her êrîşeke ji alîyê Tirkîyê ve dê ewlehîya herêmê xirab bike û xizmeta terorê bike, her wiha dê DAIŞê re bibe fersendeke da ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike. Di heman demê de dê ji girtîyên DAIŞ û çeteyên wê re bibe derfeteke ku birevin bi vê yekê dê xeterîyê li ser herêmê û cîhanê çêbikin.”

Rêveberîya Xweser bang li civak navdewletî dike û dibêje: “Em bang bi hemû sazîyên wê û Neteweyên Yekbûyî dikin ku zextê li Tirkîyê bike da ku ti êrîşan pêk neyne. Erdogan hêza xwe ji dûrxistina îradeya gelê me ji komîteya destûrî ya hatîye avakirin digire. Di heman demê de em banga li Yekitîya Ewropa, hêzên aktîv li ser erdê ku Hevpeymanîya Navdewletî di nav de ye dikin ku li hemberî gef û xeterîyên Tirkîyê bibe xwedî helwest.”

Di beşeke din a daxuyanîya xwe de Rêveberîya Xweser dîyar dike eger Tirkîyê gefên xwe pêk bîne ew dê mafê parastina rewa pêk bînin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin