Rêveberiya Xweser 92 jin û zarokên DAIŞ`ê radestî Ozbekistanê kir   

Rêveberiya Xweser 92 jin û zarokên DAIŞ`ê radestî Ozbekistanê kir  

.

A+A-

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di çarçoveya peymaneke ku bi heyeta ozbek re îmze kir de 92 jin û zarokên DAIŞ’iyan radestî hikumeta Ozbekistanê kirin. 

Di 28’ê nîsanê de ji Wezareta Karên Derve ya Ozbekistanê heyetek çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Heyeta ozbek li Qamişloyê ji aliyê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer ve hat pêşwazîkirin. Heyeta ozbek, li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi nûnerên Rêveberiya Xweser re gelek hevdîtin kir. 

PEYMANA RADESTKIRINA JIN Û ZAROKÊN DAIŞ’Ê

Îro Serokê Heyeta Ozbek Sefîrê Komara Ozbekistanê yê Kuweytê Bahramjan Allaouf û Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer, li ser welatiyên ozbek ên tevlî DAIŞ’ê bûne û malbatên wan peymanek îmze kirin. Di çarçoveya vê  peymanê de 92 jin û zarokên DAIŞ`ê yên ozbek radestî Ozbekistanê hatin kirin. 

 

CIVÎNA HEVPAR LI DAR XISTIN

 

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer û Serokê Heyeta Ozbek Sefîrê Komara Ozbekistanê yê Kuweytê Bahramjan Allaouf têkildarî vê peymanê civîna çapemeniyê li dar xistin. Destpêkê Omer axivî û ev agahî dan: “Me 68 zarok ku di nav de 7 zarokên sêwî hene û 24 jinên ozbek radestî Ozbekistanê kirine. Di siyaseta me ya têkildarî doza radestkirina malbatên DAIŞ`ê de ji welatên wan re, em zarokên sêwî û zarokên ku pêwîstiya wan bi dermankirina li derve heye, piştî erêkirina dayikên wan, radest dikin.”

 

SPASIYA RÊVEBERIYA XWESER KIR

 

Balyozê Ozbekistanê Bahramjan Allaouf jî got wan navên 180 kesên ozbek ku di kampan de ne, tomar kirine û ev tişt gotin: “Hikumeta Ozbekistanê bernameyên taybet amade kirine. Zarok dê di bin eleqedariya serokkomar de bin. Ji ber ku xebatên veguhastina welatiyan hêsan kir em spasiya Rêvebriya Xweser dikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin