Resensîyonek li ser pirtuka nivîskar Lars Calmfors

Resensîyonek li ser pirtuka nivîskar Lars Calmfors

.

A+A-

Resensîyonek li ser pirtuka nivîskar Lars Calmfors. Professor i internationell konomi vid Stockholm universitet.                                                                                                                                    

Navê pirtukê : Mellan forskning och politik. Ekerlids förlag 2021. Pirtûk  412 pele.

Ev pirtûka bi naverokek gelekî dewlemend li ser 50 salên kar û xebatên nivîskare. Nivîskar, Lars Calmfors, profesorê ekonomîye û hêjî li ûnîvêrsîta Stockholmê aktîv di xebite. Di van 50 salên dawîde wî berpirsîyarîyên bilind di komîtên jev gelekî cûda de girtine ser milên xwe û karên akademîsyanîya bi dereceke bilind(lêkolîner, mamostetî, pisportî, serokê komîta- û mûșawîran ûhw.) bi rêve birine. Xwedyê van wezîfan carna jê dewletbû, carna jê organîzasyon anjî partîyên sîyasîbûn, car carna jî șirketên mezin anjî hûkûmetbûn. Bê guman babet li ser ekonomîye, LÊ(Û LÊ YE KE MEZIN) ma çi bi ekonomîyê ve ne-girêdayîye? Ev hemî komîte- û civatên pisporan li ser meselên bê karî, faîz, enflasyon, valûta, îthalat-îhracat(import-export) bihabûna tiștan(gaz, xanî, teknîk, xwarin û her gelek tiștêndin) di xebitîn û berhemên xwe li gor șema ku ewan û yên ku ew wezîfe dana wan li hev di kirin û dawî ew berhem wek raporekê/wek pirtûkekê/wek tezekê bi konferans/semînêr anjî li gel TV/Radio:medîa  didana nasîn. Helbet nivîskar di nav van gelek xebatên jev cûda de qala gelek mûșkûle, problem û nexweșîyan jî dike û gelek caran, wek xwendevanê pirtûkê, merov hinekî dikenê lê di pûnijê- û kûr kûr di hizirêjî. Li welatekî mîna Swêd, hêjî xwedî wezîfedarin hene ku dixwazin bandorê li pispora bikin – lê nivîskar bi cîh, tarîx û șahid dijî wan derdikevê – lê ya herî giring ew bi argûment, analîz, alternatîv û netîce bawerî û analîzên wan pûç dike. Lê divê em vêjî bêjin ku piranîya xwedyên wezifan(partî, șirket, enstîtû anjî hûkûmet) raporên van komitan qabûl dikirin,  qedr û qîmet didan van raporan û van pisporan. Merov karê vê berhemê mîna bîyografîya nivîskar jî bi nav bike, ji ber ku pirtûk li ser 50 salîya nivîskar ya akademîtî/profesor- û pisportîyêye. Ferqa vê bîyografîyê û bîyografîyêndin ewe ku ev ne li ser jîyana nivîskar ya șexsî(privat) ye – ewe li ser kar û xebatên wî yên profesyonalîyêye. Wa bi hizirin ku çi babet û pirsgrêkên ekonomî hene, hemî di vê berhemêde cîhê xwe girtine. Nivîskar pisporê meselêye – xwedyê babetêye – mamostê temayêye -  serokê komîtan- û dezgehên bi gelek awayên jev cûda yên ekonomîyêye. Bi xwendina vê pirtûkê xwendevan ji gelek awayên ilmê ekonomî – lê ne tenê ilm – hemjî sîyaseta ekonomîyê têdighijê, fêrdibe û ew karê vê babeta mezin taqîb jî bike. Merov karê vê berhemê mîna ansîklopedîya ekonomî jî bi nav bike, ji ber ku mîna gotina ”ji A heta Ö” tê de cîhê xwe girtîye. Noktekedin ku pirr giringe jî eve ku ev pirtûka mezin û bi naverokeke dewlemend, bi zimanekî akademîkî(lê gelerî) û pedagojîke delal ketîye bazara pirtûkan li civaka Swêdde. Nivîskar di vê berhemêde navên pispor- û zanyarên ku di van komîtan û dezgehande li gel wî xebitîne yek bi yek bi nav dike û qîmet û granbehake bilind dide xebat û netîceyên wan. Nivîskar qala problem- û nakokîyên  di nabeyna ilim/lêkolîn û sîyasetêdejî dike û van serêșîyan dûr û dirêj șîrove dike. Fenomena sîyasî karêt partîbin, hûkûmetbin anjî șexsîyetên sîyasî yên bi nav û dengbin. Erê problem û serêșî hene û wê hebinjî, lê welatekî mîna Swêd her tim fonksîyona ilim û lêkolînan bipêștir dibîne û guhdarkirina pisporan giringtir dibîne. Nivîskar gelek caran û li gelek cihan di pirtukêde dibêjit ku nabêt ku sîyaset li ser ilim hikimdarîyê bike, divêt ilim û lêkolînî serbest û azadbe – eger biryar û peymanên sîyasetê li gor normên ilimbin, wê hingî netîceyên vê sîyasetêjî ji bo gel û welat hê baștirbe. Sîyaseta bê-ilim û bê-kultura lêkolînî wê șaș û kambaxîbe.(1) Alim/lêkolîner/pispor û mamosteyême Lars Calmfors dibêjit ku divêt lêkolîner û akademîsyan beșdarî semîner, mûnaqeșe û konferansên gelerî bibin û di van karande aktîv jî bin; da civak û gel jî nasîbê xwe ji zanyarî- û gûherînan bigirin. Eger wa nabêt, civak wê ji van tez û teorîyên nû bêpar bimîne, gel/sîyaset jî li pașdimîne û problemên cehalet, hejarî û belkîjî ne-demokrasî anjî tiștên ne-li rê karin peydabibin. Nivîskar li ser fenomenên mîna bê-terefî/objektivîzmê jî gelekî di sekine û dibêt dem hebûn ku partîyên li rexên rast xebat û karên wî rexne dikirin û ewna mîna xizmeta sîyaseta çep didîtin – le dem jî hebûn ku partîyên çep berhemên wî, mîna teorî û felsefa lîberal didîtin. Lê li gor nivîskar merov karêt vî tiștî baș jî bibîne, ji ber ku eger her dû teref jî ne razîbin –  evet dibêt îspatek ku wek alim merov karekî bi rêk û pêk kiríye û neketîya cepha tû terefan. Wî tenha norm û felsefa ilim û entelektûalîyê taqîb kirîye û bi metodên akademîsyanî kar û xebatên xwe kirine û biserjî ketîye.                Wateya lêkolînê eve ku lêkolîner bixwe materîalê tema xwe hilbijêrê û bikarêt ku bi temayên derveyî tema xwe jî (lê bê guman kû pevre hevgrêdanek hebê) bixebite û lêbikolê û analîzên xwe bike. Wek mînak babeta pandemîyê anjî coronayê em karin bibêjin ku li gel babet û disiplînêndinjî hevgirêdanek giring heye û ne tenê disiplînên mîna epîdemîoligî û fermasîa/dermanî. Tema corona li gel van disiplînanjî hevgirêdanek heye: matematîk, statistîk, ekonomîya ûmûmî, ilmê dewletî, sosyolojî, psîkolojî û felsefeya ahlaqî û evan hemî disiplînan divêt bên hizirandin û pevhûnandin da netîceyên mantiqî, ilmî û rastî bo civakê bên pêșkêșkirin û gel û welat jê îstîfade bike

Çavkanî: 1) rûpela 324 2) rûpela 333  

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin