Rejîma Şamê li zindanê siyasetmedarekî kurd kuşt!

Rejîma Şamê li zindanê siyasetmedarekî kurd kuşt!

Siyasetmedarê Kurd yê Efrînî yê 65 salî Cemal Elî li Şamê di girtîgehê de bi îşkenceyê hate kuştin. Kurê wî Rênas jî digel bavê xwe di girtîgehê de bû û aqibeta wî jî ne zelal e.

A+A-

Cemal Elî ji sala 2012an ve li Şamê bêhuqûqî bi kurê xwe re dihate darizandin. Cemal Elî li Şamê di girtîgehê de bi îşkenceyê hate kuştin.

Kurê Cemal Elî yê bi navê Şêro Elî got:

"Di sala 2012an de bavê min li Şamê li Taxa Zorava ji aliyê rejîma Şamê ve hate girtin. Li gorî gotinên Rejîma Sûriyê bavê min di sala 2013an de şehîd bûye. Wê laşê wî bidine me. Birayê min jî piştî bavê min bi du rojan hatibû girtin û em nizanin bê ka rewşa wî çawa ye. Sax e mirî ye, em nizanin."

Hat ragihandin ku Celam Elî endamê Partiya Kurd a Yekîtiya Demokrat  bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin