Referandûmê boykot bikin

Referandûmê boykot bikin

Referandûma dagirkeran boykot bikin û ji bo dewletbûna xwe, ji bo pergala dewleta Kurdistanê têbikoşin

A+A-

Hilbijartina Pergala Dagirkeran an Derketina ji Nava Vê Pergalê

Mirovek dema bi bûyerekê ve rû bi rû dimîne, ji bo karibe biryareke rast bide divê pêşeroja wê bûyerê bizanibe ku dema biryar da zanibe wê dipaşerojê de çi tesîrê li ser jîyana wî bike. Nezanîna pêşerojê, wê bibe sedem ku şaşiyên berê dubare bibin.

Ji wextê ku Komara Tirkîyê hatiye damezrandin gelek caran hilbijartin çêbûne, hikumet û serokkomar guherîne. 3 caran derbeyên leşkerî pêk hatine û di encama wan de makezagona Tirkîyeyê bi temamî hatiye guhertin. Niha jî makezagona bingehîn a ku di 82 yan de hatiye danîn parçe parçe tê guhertin. Îsal wê dîsa li ser guhertina wê makezagona bingehîn û pergalaTirkîyeyê referandûmek encam bide.

Îro hemû kes û alî li ser referandûmê diaxivin û dixwazin bitenê du rêyan li ser me ferz bikin; an erê yan na. Lê pirsa girîng ji bo miletê Kurd ne ew e ku di enacama her du rêyan de çi bibe. Pirsa girîng û pêwîste ku miletê Kurd  her tim serê xwe li ser biêşîne ew e ku; em wek miletek paşeroja xwe di nav pargala Tirkîyeyê de dibînin an nabînin?

Ger Kurdek paşeroja xwe di nav pergala dagirker de bibîne, wê çaxê dikare serê xwe li ser erê yan jî nayê biêşîne. Lê paşeroja miletê Kurd ne di nav pergala dagirker de bileks li derveyî wê pergalê ye. Loma divê mijara ku her tim di rojeva me de be û em her li ser wê serê xwe biêşînin, derketina ji nav vê pergalê be. Yanî bidestxistina mafên me yên netewî, avakirina dewleta me ye.

Wekî ku li jor jî hatiye dîyarkirin gelek caran guherîn çêbûn lê ji bo miletê Kurd dagirkerî her berdewam kir û wek miletek bindest me tu carî encamên baş ên guherînan nedît. Ji ber ku dewleta Tirkî li bakûrê Kurdistanê dagirker e û makezagona bingehîn a wî jî pergala wî jî çi dibe bila bibe wê her li bakûrê Kurdistanê dagirker be.

Beşdarbûna Kurdekê ya wê referandûmê tê wateya ku ew makezagona bingehîn û pergala dagirkerê xwe hilbijêre.

Îro pergala dagirkeran pergala komarî ye û hemû mafên me yên netewî binpê dikin. Sibê pergala wan serokatî be wê dîsa mafên me yên netewî binpê bikin.

Helbet li Rojhilata Navîn pêşketina di warên mafên mirovan û demokrasiyê de girîng in. Pêşketinên di van waran de wê helbet tesîrê li ser jîyan, birêxistinbûn û têkoşîna Kurdan jî bike. Lê pirsgirêka me ya bingehîn ne tunebûna demokrasiyê ye. Pirsgirêka me ya bingehîn binpêkirina mafên me yên bingehîn ên mirovî û netewî ye.

Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê serê xwe bi rojevên dagirkeran naêşînin û nabin parçeyeke guherîn an neguherîna pergala dagirkeran. Ji bo me rojevek tenê heye ku em wek miletek mafên xwe yên netewî bi dest bixin, ji bin vê bindestiyê rizgar bibin û bibin xwedî dewleta xwe. Pergala ku emê li ser nîqaş bikin û nêrînên xwe dîyar bikin, pergala dewleta Kurdistanê ye. Heta ev pêk were emê hemû hêza xwe ji bo bidestxisitina mafên xwe yên netewî û avakirina dewleta Kurdistanê bi kar bînin.

Em bangî miletê Kurd dikin ku nebin parçeyek lîstikên qirêj ên dagirkeran. Ji bo miletê Kurd heta dagirkerî berdewam be encama erê jî na jî wek hev e. Loma em dibêjin rêyên ku dagirker li ser me ferz dikin hilnebijêrin. Rêya sêyemîn, rêya derketina ji nav vê pergalê hilbijêrin. Referandûma dagirkeran boykot bikin û ji bo dewletbûnaxwe, ji bo pergala dewleta Kurdistanê têbikoşin.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

31.01.2017

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin