Mihemed Hesko

Mihemed Hesko

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Rêberin An Rêbirrin!?

A+A-

Dîrok sîberên dirêjkirîyên mêrên navgiran e. Emerson

Eger em dîroka gelan di berçavan re derbaskin, emê tekez bibînin ku, peyva Emerson rast û dirust e, ji ber ku di dîroka gelan de, ne tenê Rêber bi rola serekî radibe, lê ew rol bar û erka wî ye! Ji ber ku Rêber kesekî hişmend, wêrek û berxwedêr e û dikare pêşhatan bixwîne, û rê çareyan jêre bibîne?

Ji ber ku ji taybetîyên Rêber an serkirde, ku hemû karînên xwe, ji bo berjewendîya welat û gelê xwe terxan dikin, ji ber ku helwestawî/wê bibe gemya rizgarbûnê ji pêlên deryayên de kû dolabên dijminan, yan jî wê bibe sedema ji destnana serwerîya niştimanî û sedema bindestbûna gelê xwe. Her wiha digel helwest û xwendina rast ji rastî bînîya rewşêre, divê bijardeya rast û dirust hilbijêre, li ser bingeha ragirtina berjewendîyên neteweyî û yên niştimanî,  di serberjwendîyên kesatî an yên hizbîtîre.

Wek tê zanîn, piştî derbasbûna sedsalekê bi ser bicihkirina rêkeftina SayksPîkot re, ku Kurdistan duyemîn car bi ser dewletên herêmê de hat dabeş kirin û welatê me kirin çar parçe, digel vê yekê jî, cara yekeme ku rewşa siyasî Sûrîyê û li Roavayê Kurdistanê, derfetek dikeve holê, ku Kurd karibin mafên xwe yên rewa û destkeftinan bi dest xwe ve bînin.

Ev e nêzî heşt salbûn di ser pirsgirêk an kuştara Sûrîyê re derbas dibe, tevî rewşek hestyar û tirsnak rûbirûyê gelê Kurd bûye. Tevgera siyasîya Kurdî divê hemû nakokî û him hevrikîyên xwe bi rexekî dana û kar li ser yekhelwesta tevgerê kiribana, tevî hewlin hatin kirin ji bo yekrêzî û yekhelwestkirina tevgera Kurdî li Roavayê Kurdistanê, ew jî bi pêkanîna rêkeftinên Hewlêr û Duhokê bûn, bi serperştîya rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, lê mixabin ji ber pêbend nebûna TEVDEMê ew rêkeftin pûçbûn û nehatin bicihkirin, û yekkirina biryara siyasîya kurdî pêknehat mixabin.

Piştî dagîrkirina Efrînê ji alîyê Tirkîyê û çeteyên Sûrî ve, û encamdana proseya guhertina demografî li Herêma Efrînê. Her du alîyên siyasi yê gunehbarin, ji ber ku herduyan alîkarîya tirko kirin, kar bidestên Efrînê xwestin herêmê bêgel radest bikin, û radestkirineke xwînî hat encamdan, û alîyê din jî bi bêdengîya xwe û razîbûna xwe beşdarî tawana serdemê bûn.

Tevî herdu alîyan bi fermî tu daxwaza lêborînê ji gelê xwe nekirin e, û Efrîn di navbera berjewendîyên kesatî û yên hizbî de hat firotin û hat dagîrkirin, lê mixabin niha ew hizira pozbilind û sergermî li hember hev berdewame, û niha Roavayê Kurdistanê ji Efrînê bigre û ta Eyndîwarê di bin gefa nemanê de ye, tevî vê bolbelatê jî, hîndan bi hevne kirina rê ber û serkirdeyan jî ber dewame.

Gelo kengî ev serkirde û rêberên Roavayê Kurdistanê wê bi rêzdarî seyrî doz û gelê xwe bikin, û bi hestekî hişmed û berpirsyarane têkilîyê digel gefên nemanê bikin, wê kengî xwe bibînin Rêber da ku destkeftan ji gel û welat re bi dest xwe ve bînin. Eger bi riftar, helwest û karê Rêberan ne rabin, biborin wê demê win ne Rêberin, mixabin win Rêbirrin win kesên qels û lawaz û birçî ne, kesên birçî jî, prensîpên xwe dixwin, rêbirrê hêvî û armancên gel in, rêbirri nû rêgir in li pêş azadîya gel û rizgarîya welat.

SerkirdenoRêberno, xwîna pakrewanan, birîndaran û rondikên dayîkên pakrewanan erzan nekin, hêvîyên bav, xwîşk û birayên pakrewanan erzan nekin, maf û hêvîyên gelê kurd ji dest nedin, berjewendîya gel û welat li ser erkekî pîroz e, divê yekrêzî û yekhelwesta xwe pêkbînin, eger na;

win RêbirrinRêbirrin û ne Rêberin!?

 

Almanya 13.11.2019

 

Önceki ve Sonraki Yazılar