Raportek li dor Wargeha Çayonu ya Dîrokî li Amedê

Raportek li dor Wargeha Çayonu ya Dîrokî li Amedê

Heft kîlometran ji navça Erxen a bajarê Amedê dûr, bermahîyên kevnare hene ku ji wê wargeha dîrokî re dibêjin Girê Çayonu.

A+A-

Dîroka mirovahîyê li vê deverê berîya zayînê digîje 9500 sal berê destpêdike. Sê hezar sal li vir bênavber jîyan dewam kirîye. Ev der weke gundê herî kevnar tê binavkirin.

 

Çayonu bûye warê gelek kişfên mirovahîyê. Ji çêkirina amûran ji kevirê obsîdyen, bikaranî madena baxir, teknîka terrazo ya çimantoyê çendin ji wan kişfan e.

 

Li Çayonu şeş heyamên avahîsazîyê hatiye tespîtkirin. Heyama herî dawî de li ser esasên kevirî bi dîwarên kerpîç xanîyên bi banî hatine lêkirin.

 

Cara pêşî li vir ajalên weke bizin, seg, beraz û hwd. kedî kirine û goştê wan xwarine. Herwiha genim, ceh, nîsk û nok jî hatine çandin.

 

Arkeologa Tirk Halet Çabel û yê Amerîkî Robert J. Braidwood di saal 1963'an de li Girê Çayonu dest bi lêkolîna dikin û xebatê wan jibo destpêka jiyana mirovahîyê ronîyek mezin çêdike.

 

Lêkolîn jiber egerên ewlehîyê di saal 1992'an de radiweste. Lê xwendekara Halet Çambel, Doktor Aslı Ozdogan piştî 27 salan, di sala 2015'an de digel xwedekarên Zanîngeha Çanakkaleyê carek din dest bi kolandina Girê Çayonu dike.

 

Hun dikarin agahiyên zêdetir li ser dîroka Çayonu ji fayla deng gohdar bikin

Ev nûçe pêşî li Dengê Amerîka hatîye weşandin

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin