Rapora nexweşxaneyê derket holê: Ji helîkoptêrê hatine avêtin

Rapora nexweşxaneyê derket holê: Ji helîkoptêrê hatine avêtin

Di rapora nexweşxaneyê de hat diyarkirin ku Osman Şîban û Servet Tûrgût ên li Şaxê hatin binçavkirin ji helîkoptêrê hatine avêtin.

A+A-

Li navçeya Şaxê ya Wanê eskerên dekeritûn operasyonê di 11’ê îlonê de Osman Şîban û Servet Tûrgût binçav dikin. Piştî du rojan derketibû holê ku li nexweşxaneya Wanê tên tedawîkirin û di binçavan de ne. Welatî di beşên venêrîna awarte te dihat dermankirin. Osman Şîban ê bi wêneyên êşkenceyê ketibû rojevê û deng vedabû îro ji nexweşxaneyê hatibû derxistin.

RAPOR: JI HELÎKOPTÊRÊ HATINE AVÊTIN

Me xwe gihand rapora epîkrîz a nexweşxaneyê ya Osman Şîban. Di raporê de hat gotin Şîban ji ber ku ji helîkoptêr hatiye avêtin rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.

Di raporê de tê diyarkirin ku ji “bilandahiyê ve ketiye” û di dewama wê de jî tê gotin “Piştî ji bilindahiyê ve ketiye ji aliyê emniyetê ve ji ekîbên tenduristiyê re tê ragihandin û ji aliyê 112 radikin beşa lezgîn.”

ÎDIA HAT PIŞTRASTIKIRIN

Di rapora bi îmzeya Pisporê Cerahê yê Mêjî û Sînîr E.B. hatiye amadekirin de di beşa têketina raporê de tê gotin ku bi gazina “ji bilindahiya ve ketiye” radikin serwîsa lezgîn. Di raporê de hat gotin ku nexweş ango Osman Şîban “ji helîkoptêrê ve hatiye avêtin.” Bi raporê re îdiaya ku ji helîkoptêrê hatiye avêtin jî hat piştrastkirin.

Di berdewamiya raporê de qala başkirina birînên Şîban ku di beşa venêrîna awarte de baş bûye tê kirin.

DI RAPORA TÛRGÛT DE HATIBÛ GOTIN JI JOR VE KETINE

Di rapora Servet Tûrgût jî li gel Şîban bû hatibû gotin ku nexweş “ji ber sedema bilindahiyê ketiye û nexweşê entûbe ye.”

MA / Cemîl Ûgûr

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin