Qurbanî û tawanker di derbarê tecawizê de bi hev re kitêb nivîsandin

Qurbanî û tawanker di derbarê tecawizê de bi hev re kitêb nivîsandin

Di derbarê tecawûzê de yek qurban yê din jî tawanker e; berîya 20 salan yanî di sala 1996ê de ev bûyer qewimîye.

A+A-

Di derbarê tecawûzê de yek qurban yê din jî tawanker e; berîya 20 salan yanî di sala 1996ê de ev bûyer qewimîye. Tom Starnegs ê Avusturyayî, di 18 salîya xwe de diçe Izlanadayê dixwîne li wê Thordis Elva ya 16 salî ya Îzlandî nas dike û  ew aşiqê hev dibin; di şahîyeka Noelê de vedixin û serxweş dibin, kurik di tuwaleta jinan de, di taksiyê de û di mala bavê wê ya di odeya qada binî de du saet tecawuzê wê dike; ew dengê xwe ji kurik re nake û naçe ji polis re jî gilî nake. Kurik jî piştî salan tawanbarîya xwe qebûl dike tiştî ku bi keçikê kirîye nelihevkirınek yani bê riza, bûye.  

Keça Izlandî û zilamê Avusturyayî piştî 20 salan bi navê ”Bi aweyekî din lêborîn” bi hev re kitebekê nivîsandine û hatinîya wê dîyariyê rêxistinên ideel ku di vî warî de micadeleyê dikin, kirine û dixwazin bi aweyekî ew lêborîna xwe ji civatê bixwazin û civat di vî warî de aş bibe û guhê xwe ji têgeha tecawizê re negire.

Thordis Elva: nivîskar û rojnemegera Izlandî ye. 2015ê de bûye jina salê ya Izlanda yê; kitêba wê ya bi navê ”Rastîya Tazî” bi xelata edebîyatê ya Îzlandayê hatîye perûkirin. Ji aliyê dewleta Izlandayê re hatîye wezîfedar kirin ku ew di dibistanên bilind de di warî perwerdeyê ku mijara wê; divê hemû jiyana seksê li ser razîbûnê,  be. Ew niha li Stockholmê bi zilam û kurê xwe re dijî.

Tom Stranger: mîmarê baxçevanîyê ye û bi lîdertîya ciwanan re û bi zanîyarîya kulturê ve mijûl dibe. Li Sydneyê bi keçika hevala xwe re dijî. Ew hatiniya xwe ya ji kitêb û semîneran ji rêxistineka jinan a Reykjavik (Paytaxtê Izlandayê) re dişîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin