Qeyyûmê Şaredarîya Amedê qeyrana dil derbas kir

Qeyyûmê Şaredarîya Amedê qeyrana dil derbas kir

Wer xuya ye di nav 10 rojan de Atîlla fehm kir ku bi tayînkirinê îdarekirina bajêr zahmet e

A+A-

Hat ragahandin ku îro (12.11.2016) qeyyûmê şaredarîya Bajarê Mezin yê Dîyarbekirê Cumalî Atîlla qeyrana dil derbas kirîye û rakirine nexweşxaneyê.

Wer xuya ye di nav 10 rojan de Atîlla fehm kir ku bi tayînkirinê îdarekirina bajêr zahmet e û ligel vê zahmetîyê jî, belkî bi kuştina hevpîşeyê (meslektaşê) wî yê qeyyûmê Dêrika Çiyayê Mazî tesîr lê kiribe ku ev krîz hatîye serê wî.

De em bahsa ezabê wijdanî nekin; dermanê wê qet tuneye, Waliyê Rewşa Ewarte yê dawîya salên 80yî yê Dîyarbekirê Hayrî Kozakçioglu di 2013ê de ji ezabê wijdanî guleyekî bera serê xwe dabû û întîxar kiribû. 

Wek dihê zanîn Hevserokên Şaredarîya Amedê Gultan Kişinak û Firat Anli di 26ê Cotmehê de hatibûn girtin û di şûna wan de qeymeqamê navçeya Etigmesut ya bajarê Enqerê Cumalî Atîlla di 1ê Mijdarê de wek qeyyûm hatibû tayînkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin