Qaxizmanî kêfxweşbûne ku Bob Dylan xelata Nobelê wergirtîye

Qaxizmanî kêfxweşbûne ku Bob Dylan xelata Nobelê wergirtîye

Ev malbat cûhî yên Kurdistanê ne û li Amerîkayê bi cî bûne.

A+A-

Robert Allen Zimmerman ku bi navê Bob Dylan dihê naskirin bi minasebeta 40 salîya hunera xwe ku ji sê cildan pêk tê, di cilda wê yê yekî de nivîsandîye ku dapîra wî Anna Zimmerman eslê wê ji navçeya Qaxizman a bajarê Qersê ye û kalê wî Zigman Zimmerman jî ji heman herêmê ye.

Ev malbat cûhî yên Kurdistanê ne û li Amerîkayê bi cî bûne.  Kurê Beatrice ”Beatty” Stone, Robert Allen Zimmerman /Bob Dylan di 24ê Gulana 1941 de li Amerikayê li Minnestoyê hatîye dinê.

Li gor ÎHAyê xelkê Qaxizmanê gelek memnûn bûne ku Bob Dylan xelata Nobelê ya Wêjeyê (Edebîyatê) 2016ê wergirtîye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin