Qasim Derbo: Grup û alîyên neyasayî dest bi cîhanîna planên nû li Şingalê dikin

Qasim Derbo: Grup û alîyên neyasayî dest bi cîhanîna planên nû li Şingalê dikin

Fermandarê Pêşmerge li Şingalê Qasim Derbo ji BasNewsê re got: ‘’Grupên çekdar binkeyên xwe dibin nav malên xelkê sivîl, ji bo eger balefirên Tirkîyê bombebaranê bikin jî bêjin balefirên Tirkîyê xelkê sivîl ên Şingalê dikin armanc.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Fermandarê Pêşmerge li Şingalê dîyar kir, dema kesên êzdî bi bombebaran balefirên Tirkîyê tên kuştin, ew grup û alîyên neyasayî li Şingalê yekser aşkera dikin, lê dema kesên bîyanî yên girêdayî wan nav Şingalê tên aşkera kirin aşkera nakin, ku bibêjin tenê êzdî li Şingalê ne û balefirên Tirkîyê wan dikin armanca êrîşê.

Fermandarê Pêşmerge li Şingalê Qasim Derbo ji BasNewsê re got: ‘’Grupên çekdar binkeyên xwe dibin nav malên xelkê sivîl, ji bo eger balefirên Tirkîyê bombebaranê bikin jî bêjin balefirên Tirkîyê xelkê sivîl ên Şingalê dikin armanc. Dixwazin ji xelkê re jî bibêjin tenê balefirên Tirkîyê êzdîyan dikuje. Erê çima balefirên Tirkîyê li Telafer û Mûsilê bombebaranê nakin? Çima Şingalê bombebaran dikin. Ji ber binke û baregehên wan li Telafer û Mûsilê nînin, lewra nayên bombebaran kirin. Li Şingalê binke û baregehên grup û alîyên neyasayî hene, ji ber wê Şingal tê bombebaran kirin.’’

Herwaha got: ‘’Piştî Dugirê ya Suninê hat bombebaran kirin berî çend rojan, wan grup û alîyên neyasayî li Şingalê dest bi planeke nû kirin û ew jî binke û baregehên xwe nêzîkî xelkê sivîl dikin û hejmara çekdarên xwe jî kêm kirine nav binke û baregehan de.’’

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin