PZK’ê name ji YOK’ê re şand: Bila li zanîngehan Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî were destpêkirin

PZK’ê name ji YOK’ê re şand: Bila li zanîngehan Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî were destpêkirin

.

A+A-

Platforma Zimanê Kurdî di nameya ku ji serokatiya YOK’ê re şand de xwest ku plansaziya zanîngeheke ku di warê zanistên civakî de beşên Ziman û Wêjeya Kurdî werin vekirin û perwerdehiya kurdî were destpêkirin.

Paltforma Zimanê Kurdî (PZK), li avahiya Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat (GGC) ali navçeya Yenîşehîr a Amedê bi civîna çapameniyê çareserî û pêşniyazên xwe yên ji bo Wêje û Zimanê kurdî pêşkêş kirin. Endamên Platformê beşdarî civînê bûn. Berdevkên PZK’ê di civînê de nameya vekirî ku ji Serokatiya Saziya Perwerdehiya Bilind re (YOK) bişînin xwendin. Nameya kurdî Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî û nameya tirkî jî endamê Platformê Îrfan Soner xwend.

Cizirî bi bîr xist ku gelê kurd li gel mezinbûna nifûsa xwe jî encax di sala 2009’an de mafê fêrbûna ziman û edebiyata xwe bi dest xistine û wiha axivî: “Bi biryara serokatîya sazîya we di hinek zanîngehan de ziman û edebîyata kurdî di asta lîsansê û di ziman kultura kurdi de jî şaxên bingehîn de hatin destpê kirin. Ev biryar weke reformek taybet giranbiha ji aliyê gelê heremê ve bi kêfxweşî hate pêşwazî kirin. Lê belê konaxa ku em niha tê de derbas dibin ji gelek aliyan de nema bersiva hewcedarîyên ku hene dide. Şert û mercên nû yên sosyo-kulturî û sosyo-ekonomîk ku derketine holê hewcedarî bi guhertin û çaksaziyên nû derdixin pêşberî me.”

‘BILA BEŞÊN KURDÎ BIBIN BINGEHÎN’

Cizîrî di berdewamiya nameye de wiha got: “Em weke Platforma Zimanê Kurdî ji wan hewcedarîyên ku nû derketine holê li derveyî hemû nirxandinên siyasî, em ji sazîya we dixwazin guhertinên ku me li jer nivîsandine bicîh werin. Em bawer dikin ku ev guhertin wê ji hêla sosyolojîk, psîkolojîk û pedagojîk ve bi kêrî civaka me werin.”

 

Cizîrî xalên nameyê wiha eşkere kir:

 

“* Di Fakulteyên Edebîyatê de Ziman û Edebîyata kurdî weke şaxên Bingehîn hene werin vegûhertin û bibin beşên bingehîn.

 

* Di serî de li Stenbol, Enqere û Îzmîrê ku hemwelatiyên kurd bi girseyî lê dijîn û dû re li hemû bajarên mezin beşên bingehî yên ziman û edebiyata kurdî vebin.

 

* Li Stenbolê û li Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê Enstituya Lêkolînên Kurdî werin damezrandin.

 

* Plansaziya Zanîngeheke ku di warê zanistên civakî de bi kurdî perwerdê bide bidin destpêkirin.

 

Di van xalên jorîn de ku me anîne ziman PZK amade ye ku bi were hevkarî, xebat û şêwirmendiyê bike.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin