PYNK: Heta serkeftinê di diyaloya kurdî de berdewam in

PYNK: Heta serkeftinê di diyaloya kurdî de berdewam in

.

A+A-

Di bersiva daxuyaniya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ku tekez kir, divê diyaloga Kurdî ji nû ve dest pê bibe. Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) ragihand, ew di diyaloga Kurdî-Kurdî de berdewam in heta serkeftina wê.

PYNKê duhî di daxuyaniyekê de ragihand, “Serkeftina diyalogê, roleke girîng di bicihkirina aramiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dilîze, bi vê yekê jî xala destpêkê ji bo çareseriya siyasî ji tevahiya aloziya Sûriyê re ava dike, ji ber ku diyaloga Kurdî – Kurdî gava yekem e ji bo diyalogeke niştimanî ya giştî."

Herwiha di daxuyaniya xwe de got: “Tevî berbest û astengiyên di vê demê de çêbûne, lê diyaloga di navbera PYNK û ENKSê de, gavên baş avêtine û li ser hin xalan li hev kirine.

PYNKê aşkere kir, "Hindik maye bigihin rêkeftineke berfireh ku bibe sedema avakirina Lêvegera bilind a Kurd a berfireh ku dê di biryarên xwe yên siyasî de serbixwe be û cihê hêvî û daxwazên gelê kurd û doza wî ya rewa de be û nûnertiya gel di forumên niştimanî û navneteweyî de bike.

Herwiha PYNKê bang li hemû hêzên kurdî, Kurdistanî û niştimanî kir, piştevaniya diyaloga kurdî – kurdî bikin.

Ev daxuyaniya PYNKê piştî wê tê, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî duhî bang li ENKS û PYNK'ê kir ku li diyalogan vegerin. Li ser mijara Pêşmergeyên Roj jî Ebdî got, ew mijar berê hatiye diyarkirin û divê li gorî Peymana Duhokê were çareserkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin