PSK: "Pêwîstî bi makezagoneke azadîxwaz û pirrengî heye"

PSK: "Pêwîstî bi makezagoneke azadîxwaz û pirrengî heye"

PSK: "Pêwîstî bi makezagoneke azadîxwaz û pirrengî heye"

A+A-

Lijna Karger ya Partiya Sosyalîst a Kurdistan -PSK , di civîna xwe ya di 12.11.2016an da, ku li Dîlokê civiya bû, rewşa Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhelata Navînê nirxand û beyanekî derxist.

Li gor beyanê;

"Rewşa Awerte (OHAL) ya ku paş hewldana derbeya 15 Temmuzê hat ragihandin, roj bi roj ji armanca xwe dur dikeve û piraniya civatê mexdûr dike.

Hikumet, bi riya biryarnameyên di hukmê kanunê de (KHK) zemina demokrasiye xira dike û dengê her cure muxalefetê dibire.

Girtina bi sedan dezgeyê çapemeniyê, ku pirê wan Kurd û muxalif in, daxistina  bi hezaran komelên sivîl û demokratik û dadgehkirina rojnamevanên muxalif, piraniya gel dixe nava fikaran.

Piştê ku hikumetê kayyum dani li ser 26 şaredariyên DBPê û serokê şaredariya Amedê jî têda, gelek şaredarên vê partiyê girtin, qada legal ji binî ve bê wate ma. Li pey de jî serokê HDPê û 12 wekilê vê partiyê hatin girtin û zindanî kirin.

Bi van karên keyfî û nedemokratik qada demokrasiyê teng dibe, hêviyên civatê yên jibo aştî û pêkvejiyanê qels dibin. Baweriya ku wê pirsgirek di qada legal û demokratik de werin safikirin tune dibe.

Li ser de jî cezayê îdamê bilasebeb tê rojevê û pêwendiyên bi Yekitiya Evrupa re rojbiroj xirab dibin.

Tirkiye, xuya ye ku gav bi gav ber bi rewşekî otoriter, tari û xirab ve diçe. Helwesta AKPê ku jıbo xatirê sistema serokatiyê bi du MHPê ve diçe û xwe dispêrê peyvên nijadperest û militarist, ku ev yêka hanê rewşa heyî hîn xirabtir dike.

Şik tuneye ku siyaseteke bi vê avayê him jibo Kurd û Tirkan, him jî bi giştî wê bibe semedê belayê mezin.

Bona vê yêkê, divê hikumet siyaseta ku li ser nijadperestiyê, şovenizmê û şerwaziyê li der û hundur dimeşine, gavek zû biterikîne.

Rewşa Awerte (OHAL) divê gavek zû betal bibe û mexduriyetên ku çêbûne werin qerebo (telafî) kirin.

Tê zanîn ku bedilê derbe û şerê navxweyî demokrasi ye. Ev jî bi metodên AKPê, ku xwe teslimê siyaseta MHPê kiriye û bi wî re tefaq dike, ci be ci nabe.

Berovajiya  vê, makezagoneke azadîxwaz û pirrengî pêwîst e, ku bi beşdariya hemu çin û tebeqeyên  civatê hatibe çêkirin. Divê makezagoneke hanê mafên bingehîn yên hemu pêkhateyên  etnik û dini nasbike û rê veke ku Kurd bikaribin bi Tirkan ra li ser esasên wekhevîyê û bi azadî bijîn.

Li alî din eşkere ye, ku şerê, ku PKK dimeşine ji aliyê insanî  û maddi ve xesereke mezin daye gelê Kurd û hîn jî dide. Îro ger Kurdistan wêran bûye, qada legal teng bûye û siyaset bêwate maye, şik tune ku di vê da para PKKê mezin e. Jibo van semedan, divê PKK vê siyaseta xwe ya ku ji Kurdan ra xeynê mirin û wêrankirinê tu tişt nayinê, tavil biterikînê.

 

Li ser rewşa Rojhelat û Kurdistanê jî Lijna Karker ya PSKê dixwaze bide zanin ku;

Mafê Kurdistana Başur e ku ragihandina dewleteke serbixwe jî tê da, jibona diyar kirina çarenusa xwe referandumê çêke. Lê beriya vê, hewce ye ku li Kurdistana Başur aştiyeke navxwe pêkwere û hemî aliyên siyasî li ser stratejiyekê neteweyî  tifaq bikin.

Herweha, şerê jibo rizgarkirina Musulê him jibo ewlekariya Kurdistanê him jî jibo bi giştî ji nav birina DAİŞê giring e. Mijara dehatuya  Musulê ya paş rizgarkirinê jî girîn e.

Di vê çarçoveyê da hewce ye Li Musulê, li gor pirrengiya etnikî û dinî ya vê bajarê rêvebiriyek were avakirin. Divê jibo Êzdiyan rewşeke ewle were peyda kirin, heremên ku Kurd tê da dijîn bi Kurdistanê re werên girêdan. Herweha, Kurdistan di derbarê Musulê de wek garantör (teref) were qebûlkirin.

Siyaseta Tirkiyê ya derbarê Musulê, eşkere ye ku şerê li dijê DAİŞê zehif dike. Divê Tirkiye, di vê mijarê de şuna ku xwe bisepine, jibo safîkirinê çi ji destî tê alikarî bike.

Operasyona jibo rizgarkirina Rakkayê jî jibo ji nav birina DAİŞê destpêkek girîng e. Paş rızgarkirina Rakkayê, dor dora avakirina Suriyeyê nu ye ku pêwîst e bi awayeke pilural û federal were ava kırınê.

Divê di Suriyeyê ya nu de mafên Kurdan yên neteweyî û demokratik bi giştî werin naskirin.

Tiştê ku dikeve li ser Tirkiyê jî şuna ku bi tedaxulê herêmê bike û rewşê hin aloztir bike, di serî de bi Kurdan re, bi tevê pêkhateyên Suriyê re li ser esasê rêz û baweriyê pêwendiyan dayine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin