Psakî: Tevgera Îranê dijminane ye û Îsraîl di bersivdanê de azad e!

Psakî: Tevgera Îranê dijminane ye û Îsraîl di bersivdanê de azad e!

.

A+A-

Berdevka Koşka Spî ya Amerîkayê Jenneifer Rene Psaki ji weşana El-Erebiye El-Hedes re axivî û got, Amerîka û civaka navdewletî ji ber tevgera zêde ya Îranê metirsîdar e.

Psakî li ser êrîşên dawî yên bi ser keştiyên Îsraîlê de got, ev tevgera dijminane li dijî azadiya deryavaniyê ye û li ser gelek welatên cîhanê xetere ye. 

Berdevka Koşka Spî Psaki berê jî li ser îhtimala bersiva Îsraîlê bo Îranê diyar kiribû ku Îsraîl azad e ku biryaran li dijî Îranê bide.

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Benny Gantz jî gotibû, welatî wî amade ye êrîşî Îranê bike û dabû xuyakirin: “Em di pêvajoyekê de ne ku divê li dijî Îranê li ser asta leşkerî tevbigerin. Divê cîhan niha li dijî Îranê tedbîran bistîne.”

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Gantz li ser êrîşa keştiya Îsraîlê, balyozên Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî agahdar kiriye û  jê re daye diyarkirin ku Said Arjani berpirsê bûyerê ye ku bixwe berpirsê yekîneya dronan a Pasdarên Îranê ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin