Provakasyona azanê: Şerîatxwaz daketin Qadan

Provakasyona azanê: Şerîatxwaz daketin Qadan

Piştî daxuyanîya Serokomar Erdoganî ku gotibû, jinan di 8ê Adarê de azan prostesto kir û çapemenîya tirk jî di manşêtên xwe de derxistin pêş, şerîatxwaz ber bi avahîya HDPyê ve meşîyan.

A+A-

Piştî derewa 'jinan azan protesto kir' şerîatxwazên ku li Taksîmê daketin qadan û li zikaka Mîsê meşîyan berê xwe dan avahîya HDPyê. Piştî vê, HDPyîyan dest bi nobedê kir.

Weku tê zanîn, 8ê Adara îsal, polêsan êrîş bire ser jinên xwepêşander û nehişt bimeşin û li ber barîkatan jinan durişm avêtin û astengkirina polêsan bi durişm û fîkandinan şermezar kir. Hat gotin di wê kêlîyê de mele bang daye ku Erdoganî li ser vê bûyerê axivî û îdia kir ku jinan azan protesto kiriye, bi fîkandinan bêedebîyê li azanê kirine. Lê ji dîmenan dixuye ku jinan ne azan, astengkirinên polêsan protesto dikin:

Piştî gotara Erdoganî, çapemenîyên tirk dest bi belavkirina nûçeyên provakatîf kir.

Hat ragihandin doh komeke şerîatxwaz a bi dora sed kesî li Taksîmê daketin qadan û bi durişman ber bi zikaka baran ve meşîyan. Polêsan ti mudaxaleyî li komê nekir.

Hat gotin piştî vê şerîatxwazan berê xwe daye avahîya HDPyê jî û li ber derîyê avahîyê polêsan nobedê girtiye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin