Maruf Yilmaz

Maruf Yilmaz

Lêkolîner û Doktoremend
Hemû nivîsên nivîskar >

Propaganda û Agahdarî/Înformasyon

A+A-


1.1 Propaganda

Di civakên paşketî de propaganda çekeka herî girîng e lê ew kujera xwe ye. Siyasetmendarên civakên wisan ji kesên ehmeq û nizm hez dikin, ji ber ku ew dikarin wan bikarbînin, wan bikirin û bifiroşin.  Zimanê agahdarîyê ne bi bandor e.  Propaganda peyamek an pêşkeşkirina ku ji bo pêşkêşkirina rojevekê ye. Armanc ne agahdarkirin e lê bandorkirin e û naverok bi gelemperî ne objektîv e. Propaganda bi nirx e û tenê alîyeka mijarê nîşan dide û alîyên din vedişere.  Agahdarîya sazîyeke Akademî bêalî û alîgirê tu siyasetê nî ne û herwisan li dijî tu hêzekî siyasî jî nî ne. Lê di derbara siyasetê de dikare agahdarîya rast bigihîjîne civakên cuda û agahdarîyê belav bike.

1.2. Propaganda û Agahdarî/Înformasyon

Agahdarî beşek girîng ya dîsîplînên zanistiya ragihandin û zimannasiyê ye. Înformasyon/agahdarî zanîsta ragihandinê ye. Lê propaganda dijmina zanistîyê ye. Înformatîk mijareke zanistî ye ku ew zanyariyan li ser ferd, rêkxistin û mercên civakê pêş dixe. Agahdarî ji bo ewlehiya tevahîya dûnyayê ye.

Divê di Medyaya Kurdî de armanca naveroka wê, pêkanîna wê û agahdarîyên objektîv hebin. Gava ku em behsa propagandayê dikin, ev peyv tên bîra me: dezînformasyon, îxbar, kampanya, demagojî, ajîtasyon, manîpulasyon, çalakîyên bilindkirina hîsên hundirîn, kontrolkirina kesan, şerê psîkolojîk, sextekarî, desînformasyon, bandorên tund û derewên mezin. Propaganda şêweyek peyameke siyasî ye ku armanca wê bandorkirin e. Agahdarî nêrînek bêalî û alîyên cûda yên tiştek nîşan dide.

Agahdarî zanyariyê an jî peyamê bi rengekî konkrêt îfade dike... Agahdarî naveroka peyamên ku di ragihandinê de têne paşguhkirin pêk tê û her weha naverokên wê di cûrbecûr qatên zanîn û peyamê de pêk tîne.

2.1 Medya û demokrasî

Demokrasî çand û tevger e. Demorasî tê wateya tolerans û rêzgirtina ji muxalefetê re. Hûn jixwe di dibistana Swêdî de bi pêkanîna tolerans û pirdengîyê di polê de fêrî tevgerên demokratîk dibin. Gotina propagandayê dema ku kesek bi awayekî çalak û sîstematîk hewl dide ku bandorê li ser ramanên kesên din bike; dibe propaganda. Nimûne: Xeyala Hîtler li ser bingehê ramana îdeolojîk ya neteweperestî û nijadî ya antîdemokratîk avakiribûbû û wî dixwest bibûya padîşahê dûnyayê. Neteweya Alman, di bin padîşahiya serokekî de bû. Siyaseteka xerab dikare kesên herî ehmeq, hov, nezan û ne bikêrhatî bilind bike, lê mirov çi be mirov ew e û bi kesên din nabe zana. Ji bo min dîroka sexte ya kurdên BAKUR mir, siyaseta sala 1970î yan 1980î  ku piştgirîya Filistînê dikir û Filîstînî piştgirîya dîktator Saddam Heseyn dikirin, ew siyaset jî mir. Divê Kurd xwe biguhêrînin. ! Tu kes û tu hêz nikare pêşî li meşa dîrokê bigire. Dîroka Kurd ji nû ve diafire.

 

 Hin nimûne:

 

Foruma nîqaşê çi ye?
 

Nirxkirina agahdariyê çi ye?
 

Girîngiya çavkaniya nûçeyê çi ye?
 

Hûn agahdarîya çawan dinirxînin?
 

Hûn çi stratejîyê bikar tînin?
 

Cûdahiya di navbera agahdarî û propagandayê de çi ne?
 

Çi dikare bibe propaganda?
 

Çapemeniya TV, radyo, rojname, kovar, Facebook çi  agahdariyan didin?
 

Çavkaniyên înternetê li ser çi ne?
 

Xwepêşandan yan kiryarên terorîstî çi sûd didin kurdan?
 

 

3. Kurte (kurtenaverok):

 

Zanîn li ba kesê/a heye.  Ew hilgirê/a zanînê ye. Agahdarî tê veguheztin û bi wergir re dibe yek. Pergala agahdarîyê, agahdariyeka nû diafirîne. Zanîna wergir - zanîna wergir ber bi pêş ve diçe dibe agahdarî.  Akademîkarekî/a agahdarî bêalî û ew alîgirê/a tu siyasetekê nî ne. Lê di derbara siyasetê de dikare agahdarîya rast binivîse û belav bike.

 Agahdarî beşek girîng ya ji dîsîplîna zanistiya ragihandin û zimannasiyê ye. Agahdarî[maruf1] yên cûda li kuderê hene?

 

 Nimûne:

 

Zanistiya agahdarîyê
 

Zanista agahdariya pirtûkxaneyê
 

Zanista arşîvê
 

Agahî / zanista kompîturê
 

Teoriya agahdarîyê li  pirtûkxaneyên zanîngan


Stockholm
 

11.02.2022

Maruf YILMAZ doktoremend, lêkolêner û mamoste

Önceki ve Sonraki Yazılar