Projeya avakirina kargeha paşmayan li Dêrsimê bû sedema aloziyan

Projeya avakirina kargeha paşmayan li Dêrsimê bû sedema aloziyan

.

A+A-

Biryar e bi pêşengiya şaredariyê li parêzgeha Dêrsîmê  ya Bakurê Kurdistanê, bi foneke Yekitiya Ewropayê,  kargeheke jinavbirina paşmayan li ser 18 donim erdê gundê Tulîkê ku derdora 5 kîlometre ji navenda Dêrsimê dûr e bê çêkirin. Lê dê ji bo vê projeyê dê bi hezaran darên daristanên Dêrsimê bên birîn û xwezaya wê bê têkdan.

Endamên CHPê û Partiya Kedê ji bo rawestandina projeyê pêşniyarnameyek pêşkêşî şaredariyê kiribûn. Roja Înê li vê salona Şaredariyê dengdan li ser wê pêşniyarnameyê hat kirin. Lê  bi piraniya dengên HDPê û Partiya Komînîst a Tirkiyê hat redkirin. Ev yek bû sedena nerazîbûnan û piştî dengdanê alozî di nav endamên şaredariyê de derket.

Parêzer Ulaş Kaplan got “Ji bo rawestandina projeya jinavbirina paşmayan û rê girtina li têkdana xwezaya navçeyê, pêşniyarnameyek hatibû pêşkêşkirin. Herwiha pêşniyar ji bo ku  şaredarê Dêrsimê ji vê projeyê vekişe hat kirin. Teksta vê pêşniyarnameyê ji aliyê endamên şaredariyê ve hate xwendin û îmzekirin. Wate ew pêşniyar hatiye îmzekirin, îro dê tenê gotûbêj li ser hatiba kirin. Dema civîna encûmenê hat kirin şaredar ket hindir û bêyî ku silav bike, di demek kurt de bi baweriya encama  ew bazarên ku paş perdeyê hatine kirin dest bi dengdanê kir. Di encama dengdanê de endamên encûmena şaredariyê yên HDPê xwedî li pêşniyarname, îrade û daxuyaniyên xwe yên çapemeniyê derneketin  û bûn sedem ku pêşniyar bê red kirin.”

6 endamên CHPê û Partiya Kedê  yên şaredariyê li dijî projeyê deng dan û daxwaz kirin proje bê hilweşandin. Li beramber de 9 endamên HDPê û Partiya Komînîsta a Tirkiyê dengê na dan û pêşniyarnameya rawestandina kargehê  bi dengên wan hat red kirin. Herî zêde jî vê yekê xelkê Dêrsimê aciz kiriye. Piştî dengdanê heta ber der deriyê HDPê çûn û ev biryar  prostesto kirin.

Welatiyek dibêje “We gotin endamên encûmena HDPê ne û we deng da wan fermo bibînin. We gotin komînîst û we dengdanên fermo vaye ji we re. Ji niha û şûnde bixwe endamên xwe diyar bikin û kesên rêzê hilbijêrin daku we nefiroşin.”

Lêçûnên vê projeya ku xelkê Dêrsimê aciz kiriye 16.5 milyon Euro ne. Li gor zanyariyan dê ji bo projeyê derdora 55 hezar darên daristanên Dêrsimê bên birîn, ku têkdana xwezayê jî xeta sor e di nav xelkê wê de. Her ji ber vê yekê ye jî niha li dijî rayedarên ku bi dengên xwe hilbijartine rawestiyane û rexneyên tûnd li wan digirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin