Prof. Kizilhan xelat wergirt

Prof. Kizilhan xelat wergirt

Psîkologê kurd Prof. Jan Îlhan Kizilhan ji ber ku 1000 jinên Kurdên Êzidî piştî êrişên DAIŞê birine Almanyayê, roja şemiya borî ji aliyê Serokwezîrê Eyaleta Baden-Wuerttemberg ya li başûrê Almanyayê, Winfried Kretschmann ve bi xelata herêmê hat xelatkirin

A+A-

Psîkologê kurd Prof. Jan Îlhan Kizilhan ji ber ku 1000 jinên Kurdên Êzidî piştî êrişên DAIŞê birine Almanyayê, roja şemiya borî ji aliyê Serokwezîrê Eyaleta Baden-Wuerttemberg ya li başûrê Almanyayê, Winfried Kretschmann ve bi xelata herêmê hat xelatkirin.

Prof. Kizilhan ji ber xizmet û keda xwe di projeya anîn û tedawîkirina bêtirî 1000 jin û keçên êzdî yên ji destên DAIŞê rizgarbûyî bo Almanyayê hat xelatkirin.

Di gotara xwe ya xelatdayînê de, serokwezîrê eyaleta Baden-Wuerttemberg Winfried Kretschmann got: “Bi xelata herêmê em rêzê li wan welatiyan digirin ku di warên siyasî, civakî, olî, çandî, spor û zanistê de karên hêja kirine. Bi vê yekê kesên xelatkirî mînak in ji bo mirovên eyaleta me.“

Derbarê ked û xebata Prof. Kizilhan de, serokwezîr got: “Sala borî eyaleta Baden-Wuerttemberg karîbû gellek mirovên di rewşeke xirab de rizgar bike. 3000 kîlometre dûr, li cihê ku DAIŞ hovîtiya xwe belav dibe, Jan Îlhan Kizilhan karîbû bi projeya xwe 1100 kesan bigihînê ewlehiyê.“

Prof. Kizilhan, ku rêvebirê beşa “Karê Civakî bi Nexweşên Psîkolojîk û Nexweşên Pêgiriyê“ ya Zanîngeha Villingen-Schwenningen li başûrê Almanyayê ye jî, serpereştê wê projeyê bû, ku di encamê de bêtirî 1000 keç û jinên êzdî yên ji herêma Şengalê - ku ji destê DAIŞê rizgar bibûn û rastî travmayê hatine – bo Almanyayê hatin veguhestin û niha li Almanyayê tên tedawîkirin.

Beriya du mehan Prof. Kizilhan li Swîsreyê jî bi xelata îsal ya Lûtkeya Cenevê ya Mafên Mirovan û Demokrasiyê (“Xelata Mafên Jinan ya Lûtkeya Cenevê ya 2016ê“) hatibû xelatkirin. Kizilhan ji aliyê senatorên amerîkî ve ji bo vê xelatê hatibû pêşniyarkirin.

Enstîtûya Psîkoterapî û Psîkotravmatolojî li Zanîngeha Dihokê tê avakirin

Lê gellek dem ji bo kêfxweşiya bi xelatan ji bo Prof. Kizilhan jî namîne – ji xwe ew xelatê ne layîqî xwe, lê layîqî mexdûrên Shingalê dibe. Ew niha bi du projeyên mezin mijûl e: Ya yekê: Prof. Kizilhan niha mijûlî nivîsandina pirtûkeke li ser psîkolojî û îdeolojiya DAIŞê ye. Bo vê yekê wî hevpeyvîn bi mexdûr û kesên di nav DAIŞê de kirine. Di nava çend mehên pêş de pirtûk wê amade bibe.

Projeya din jî wê çend salan Prof. Kizilhan mijûl bike: Piştî xebateke dirêj Prof. Kizilhan karîbû piştgiriya pêwîst ji bo avakirina enstîtûyeke psîkolojiyê li Başûrê Kurdistanê bi dest bixe.

Di enstîtûya ku wê girêdayî zanîngeha Duhokê be, Prof. Kizilhan wê ligel çend akademisyenên din yên rojavayî li gor standartên ewropî dersan bide û çaverê dike ku di nava 3-4 salan de derçûyên destpêkê xwendina xwe biqedînin. Bi vê yekê ev enstîtû wê bibe yekane û yekemîn enstîtûya psîkoterapî û psîkotravmatolojî li Iraq û Başûrê Kurdistanê, heta li Rojhilata Navîn jî.

Mesrefên vê projeyê jî Almanya û Belçîkayê girtine ser xwe. Wezareta Zanîstê ya eyaleta Baden-Wuerttemberg jî biryar daye ku yek milyon Euro weke gava destpêkê bike xizmeta avakirina enstîtiyê.

Armanca Prof. Kizilhan ew e ku piştî çend salan derçûyên Enstîtûya Psîkoterapî û Psîkotravmatolojî ya Zanîngeha Dihokê bi xwe bigihijin wê astê ku dersan bidin û psîkolog û travmalogên nû perwerde bikin.

Prof. Kizilhan wê havînê dest bi amadekariyên xwendina li Enstîtûya Psîkoterapî û Psîkotravmatolojî ya Zanîngeha Dihokê bike û çaverê dike ku xwendin di destpêka 2017ê de destpêbike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin