Pompeo: Li Hewlêrê gotûbêjên baş encam dan

Pompeo: Li Hewlêrê gotûbêjên baş encam dan

Wezîrê Derve yê Amerîkayê behsa serdana xwe ya bo Hewlêrê dike û dibêje, “me zincîregotûbêjên gelek baş encam dan”. Pompeo amaje bi rewşa Iraqê jî dike û dibêje, piştî birêveçûna hilbijartinan, pêşveçûneke rasteqîn çê bûye û Iraq bûye welatekî baştir.

A+A-

Wezîrê Derve yê Amerîkayê doh di duyemîn roja geşta xwe ya bo Rojhilata Navîn de serdana Iraqê û Herêma Kurdistanê kir, Mike Pompeo pêşî çû Bexdayê û piştre jî serdana Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê kir û ligel Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.

 

Pompeo got, têgihîştineke hevbeş heye di navbera hevbeşan de ji bo şerkirin û rûbirûbûna DAIŞê. Mike pompeo herwiha rûbirûbûna Îranê jî bi karekî giring bi nav dike û dibêje: “Hemû hevbeş pêwîst e ku di vî karî de beşdariyeke çalak hebin.”

 

Pompeo di bersiva pirseke derbarê vekişîna Amerîka ji Sûriyê de jî ragihand: Biryara Serokê Amerîkayê di vî derbarê de gelek zelal e û tekez kir, ew heta ku ji jinavçûna dawî endamê DAIŞê piştrast nebin, Sûriyê terk nakin.

 

Pompeo herwiha da xuyakirin, Amerîka her tiştekê ku bikare bike, dê pêk bîne bo piştrastbûna ji parastîbûna wan xelkên ku mil bi milê Amerîkayê, li dijî terorê şer kirine.

 

Di derbarê gotinên Serokê Tirkiyê yên li ser Kurdên Sûriyê de jî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê got: “Erdogan gotiye ku wî kêşe li gel Kurd nîne û ji rewşê fêm dike.”

 

Mike Pompeo amaje bi wê yekê jî kir, ku di çend rojên bê de, Jamed Jeffrey û şandeke pê re bo piştrastbûna ji rewşê serdana navçeyê dikin.

 

Hatibû ragihandin rewşa Sûriyê yek ji mijarên civîna navbera Serok Mesûd Barzanî û Mike Pompeo bûye û hatiye gotin; “Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji serok Barzanî re behsa stratejiya welatê xwe li Sûriyê û biryara vekişandin û kêmkirina hêzên Amerîka li Sûriyê kir.”

 

Têkildarî heman mijarê, Serok Barzanî jî nîgeraniyên xwe di derbarê çarenivîsa gelê Kurd li Sûriyê anî ziman û daxwaz kir, ku “guhertin û geşedanên nû nebin sedem ku gelê Kurd li Sûriyê tûşî êş û zirarê bibe.”

 

Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî dilgiraniya xwe anî ziman û hêviya vê yekê xwest, ku bi çareseriya aştiyane, tevahiya eger û metirsiyên şerê wêranker werin jinavbirin.

 
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî bi kurtî behsa reformanên heyî kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dezgeh û saziyên hikûmetê de cîbicî dike û daxwaz kir, ku di aliyê şarezayî û pisporiyê ve hevkariya Herêma Kurdistanê bê kirin, ji bo ku çaksazî û pêşvebirina karûbarên hikûmetê baştir bîne cîbicîkirin.
 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin