Polîsên Alman ji ber Ala Kurdistanê êrişî alîgirên FC Bayern Munchenê kirin

Polîsên Alman ji ber Ala Kurdistanê êrişî alîgirên FC Bayern Munchenê kirin

.

A+A-

 Li bajarê Munchenê ya Almanyayê, di lîstika lîga herêmî ya di navbera herdu tîmên FC Bayer Munchen II û Turkugucu de, polîsan ji ber pankarta bi navê "FC Bayern Fanclub Kurdistan" bi dar û gaza rondikrêj êrişî alîgirên FC Bayer Munchen kirin û pankart jî rakirin. Di encama êrişa polisên Alman de gelek kes birîndar bûn ku di nav wan de zarokek jî heye.

Roja Şemiyê ji ber ku lîstikvan û alîgirên tîmaTurkgucu Munich di pêşbirka li dijî FC Bayern Munchen II de li ser pankarta Kurdistanê nerazibûn nîşandan, polîsên Alman li dijî temaşevanên FC Bayernê cop û gaza rondikrêj bikar anîn û di encama êrişa polisan de gelek alîgir birîndar bûn, di nav wan de herî kêm zarokek ji heye.

Sedema skandala polîsan a li stadyuma ya li Heimstettenê; pankarta "FC Bayern Fanclub Kurdistan", ku ala netewî ya Kurdan Ala Rengîn li ser serê bûye. Alîgirên FC Bayernê li stadyuma ya li Heimstettenê pankartê daleqandin. Tê gotin ku alîgir û lîstikvanên Turkgucu di destpêka lîstikê de hewl dane pankartê rakin.

 

FC Bayern Fanclub Kurdistan

FC Bayern Fanclub Kurdistan

Di xuleka duyemîn de hakem navber da lîstikê û tîm şandin salona cilûbergê, paşê lîstik bi tevahî hat rawestandin. Berdevkê stadyumê behsa bêalîbûna siyasî kir û xwest pankart bê rakirin. Polîsên bi dar û gaza rondikrêj ber bi alîgiran ve meşiyan û bêyî ti agahî bidin ketin nav temaşevanan. Polîsan bi gaza rondikrêj û daran êrişî alîgirên FC Bayernê kir. Di videoyan de tê dîtin alîgirek ku ketiye erdê polîs bi tundî bi copan lê dixin.

Polîsên din ji pankarta FC Bayern Fanclub Kurdistan qelaştin û piştre li pişt dorpêça polîsan danîn. Li gorî berdevkê stadyomê, herî kêm zarokek ji ber bikaranîna gaza rondikrêj birîndar bûye. Ji ber tundiya polîsên Alman, gelek ambûlans ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

Berdevkê polîsê Munchenê Werner Kraus piştre bû sedema skandaleke din. Kraus ji bo ku operasyonê rewa nîşan bide got, alîgirên Tirk ên mazûvan "xemgîn bûne". Ji bo "Êdî provokasyon neyê domandin" al hatibû daxistin. Rakirina pankartê bû sedeman nerazîbûna alîgirên Kurd û gotin “li qada futbolê cudakarî û nijadperestî” tê kirin. Nabe ku germahiya kesên eşkere neteweperest û antî-kurd wek hinceteke tundiyê were bikaranîn.

Piştre Yekîtiya Futbolê ya Bavyerayê sedema ku lîstik nîvco maye wiha ani ziman: “Sedema ku lîstik hat terikandin ew bû ku êdî ewlehî nehate garantîkirin. Rastiya ku lîstik nîvco ma bi tu awayî ne di berjewendiya futbolê de ye, cihê her cure tundiyê li qadên me tune."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin