Polês li Amedê midaxaleyê xwepêşandanan kir; 25 kes hatin binçavkirin

Polês li Amedê midaxaleyê xwepêşandanan kir; 25 kes hatin binçavkirin

15 rêxistinên sivîl û demokratîk yên Amedê vê helwesta polês a tundûtûjîyê rexne kir

A+A-

Li Tirkiyê û bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê li hember binçavkirina Hevserokên Şaredarîya Amedê Gulten Kişanak û Firat Anlî çalakîyên nerazîbûnê li dar dikevin. Li Dîyarbekirê polês midaxelyê grubeka ku dixwestin binçavkirina protesto bikin, kir û li dijî wan tundûtujî bi kar anî. Hat ragahandin li Diyarbekirê 25 kes hatinê binçavkirin ku di nava wan de mebûsa berê ya Elîhê Ayla Akat Ala û sekreterê Şaredarîya Amedê Zulkif Karatekîn jî hene.

15 rêxistinên sivîl û demokratîk yên Amedê vê helwesta polês a tundûtûjîyê rexne kir û dîyarkirin ku sîyaseteka weha ya hikûmetê dê bawerîya bi xebata demokratîk û sivîl qelstir bike û gelşên heyî kûrtir bike.

Walîyê Amedê daxuyanîyeka dabû ku xwepaşandina îro saet di 11.00 de ji bo binçavkirina hevşaredarîyên Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli bihê kirin di çerçeweya daxûyanîya 8ê Tebaxa 2016ê de hatîye qedexekirin. Daxuyanî weha bû:

”Bi armanca parastina ewleyîya milî, duzena giştî, pêşîlêgirtina sûckirinan, tendurîstîya giştî û ahlakê giştî ya jî parastina maf û azadîyên ên kesên din; li gor xala 12 a Qanûna hejmara 2911 a Civîn, Meş û Xwepêşandan û li gor xala 11 a Qanûna 2935 a Rewşa Awarte li navenda wilayata me ji 15.08.2016ê pê ve li meydanan stand vekirin, çadir danîn, daxuyanîyên çapemenî, çalakîyên rûniştinê, xwepêşandin û bi her hawî civîn û meş heta fermaneka din hatine qedexekirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin