Platforma Zimanê Kurdî sersala Miladî ya hemû Kurdan pîroz kir

Platforma Zimanê Kurdî sersala Miladî ya hemû Kurdan pîroz kir

.

A+A-

Platforma Zimanê Kurdî bi sedema hatina sala nû peyama pîrozbahiyê belav kir.

Peyama Platforma Zimanê Kurdî wiha ye:

Sersala Kurdan Pîroz Be!

Platforma Zimanê Kurdî sersala Miladî ya hemû Kurdan pîroz dike. Em baş dizanin ku Gelê Kurd heta nuha sersala Rûmî ji pirozkirine. Dîsa tê zanîn ku hemû kes, komik, gel û netewên li Dinyayê sersala xwe li gorî daxwaz û bendemayên xwe pîroz dikin, ew jî weke her sal e. Dîyarê ku sersal pîroz kirin bûye weke kevneşopîyekê û her sal dubara dibe. Ew jî dîsa weke her car e. Mebesta vê pîrozkirinê hertim bi daxwaza aşîtî, bextewarî, dadwerî, aramî û kêfxweşîyê bi dawî dibe lê daxwazên ku tên pêşkêşkirin û rastiyên civakan qet li hevdû nakin. Bi taybet ji bona miletê Kurd ev daxwaz û bendemayên Kurdan heta nûha bicîh nehatine. Sersal ji her gav xwe weke salên berê dubare dike û pirsgirêkên Kurdan yên ziman, kultur û nasnamê jî her sal girantir dibin. Pirsa ziman û nasnama Kurdan li welatê me îro bûye pirsa man û neman e.

Platforma Zimanê Kurdi, ji bona ku zimanê Kurdi (Kurmancî û Kırdkî) bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî kampanyayekî îmzeyan destpêkirîye. Di 21 ê Sibata 2021 an de Platforma Ziman û Tora Ziman kampanya îmzeyan destpêkir û me xwest ku em kampanya xwe di 21 ê Sibata 2022 an de bi dawî bînin. Me bi biryardarî dixwest ku di hundirê wê dema dîyarkirî de Kurd pirsgirêkên zimanê Kurdî di nava civaka xwe de baş niqaş bikin, fikir û ramanên xwe pêşbixin û girêdana xwe bi zimanê Kurdi re hîna xurtir bikin. Armanca me ev bû. Lê em baş dizanın ku pirsgirêkên zimanê Kurdî têra xwe di nava salekê de nikarin werin çareser kirin. Em vê yekê baş dizanin û xebata xwe jî li gorî vê rastîyê dimeşînin. Ji ber vê yekê jî xebata Platforma Zimanê Kurdî, heta ku em bigîhêjin armanca xwe wê her berdewam be.

Ji bona ku hişmendî û hestyarîya zimanê Kurdî bilind bibe, geş bibe û bibe beşek ji nasnama Kurdan, em bangî hemû Kurdan dikin; bi mebesta pîrozkirina sersala 2022 an ya Miladî de bila her malbateke Kurd bi kêmasî ferhengeke Kurdî, romaneke Kurdî, pirtûkeke helbest û çîrokên Kurdî, lêkolînên zanistî û dîroka Kurdî di mala xwe de vehewînin. Bila di pirtûkxana malbatên Kurdan de tekez pirtûkên Kurdî hebin. Bila şênber li ber çavê mezin û biçûkan pirtûkên Kurdî hebin. Bila her kesekî Kurd malperekê, ajansekê, kanalekê an ji rojnameyekê Kurdî bişopîne. Bila zarokên ku ji sersala 2022 û pêde ji dayîkên xwe re çêbûnê, navên wana bi Kurdî bin. Bila bi kêmasî her Kurdek çend gotinên pêşîyên Kurdan di nava axavtinên xwe de bikarbînin. Weke; “Mala Kurdan dişewitî, ciranên wana ji serûpêyên xwe li ber dikizirandan!” Weke;”Hesp dibez e lê siwarê hespê pesnê xwe dide!” ûhw. Bila xelatên we yên sersalê ji heval û dostan re pirtûkên Kurdî bin. Xwe tekez fêrî qerf û henekên Kurdî bikin. Stranekê Kurdî jiber bikin, li filmeke Kurdî temaşe bikin. Sersala hevdû bi Kurdî pîroz bikin, ûhw. Wexta ku hûn gava pêşî di pirsa zimanê Kurdî de bi avêjin gava diduyan tekez bidûv de tê. Wexta ku hûn di elfabeyê de fêrî tîpa A bûn, wê tîpa B tekez bi dûv de were. Dîsa weke ku tê zanîn; bazdana helî dirêj jî, pêşî bi gavekê destpêdike!

Kurdino! Weke her sal, sersala we pîroz be lê bila Zimanê Kurdî ji malbata we qet bidûr nekeve! Ji ber ku zimanê Kurdî hebûn û rûmeta Kurda ye, ronîya çavê me ye, taca serê Kurda ye. Bi dildarî û baldarî li zimanê Kurdî miqatebin, zimanê Kurdî bikin beşek jî nasname û jiyana xwe!

                           PLATFORMA ZİMANÊ KURDÎ.   25 12 2021.

 

 

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin