Platforma Zimanê Kurdî: Divê Kurdî bibe zimanê fermî

Platforma Zimanê Kurdî: Divê Kurdî bibe zimanê fermî

Platforma Zimanê Kurdî ku ji 9 partî û rêxistinên wekî Hereketa Azadî, PAK, PSK, PDK-T, PDK, ÖSP, PIA, HDP, DBP pê hatibû encamnameya Kamxebata xwe eşkere kir û got divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê.

A+A-

Weke tê zanîn, Platforma Zimanê Kurdî ku bi pêşengiya 9 partî û rêxistinan hatibû damezirandin,  roja şemiyê 10ê Mijdarê li Otêla Plazayê Komxebatek li dar xistibû û di vê komxebatê de 3 kargeh ava kiribûn.

Îro 13ê Mijdarê, Platforma Zimanê Kurdî, encamnameya wê Komxebatê ji rayagiştî re eşkere kir û got divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û ji dibistana seretayî heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê.

Encamnameya Komxebata Zimanê Kurdî ev e:

 

"Encamnameya Komxebata Zimanê Kurdî

Di 10ê Mijdara 2018an de, li Diyarbekirê, bi beşdarîya partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, akademisyen, zimanzan û delegasyoneke berfireh Komxebata Zimanê Kurdî hat lidarxistin. Di komxebatê da beşdaran di warê ziman û siyaseta ziman de dîtin û pêşnîyarên xwe peşkêş kirin. Komxebata Zimanê Kurdî bi serkeftî, pirreng û pirdeng derbas bû.

Di encama komxebatê da biryar hate standin ku xalên jêrin ji raya giştî re werin parvekirin.

Eşkereye ku zimanê mirovan mafeke mirovî,  civakî û xwezayî ye. Bi zimanê dayikê perwerdebûn jî dîsa mafêkî mirovî, civakî û xwezayî ye. Mafên mirovan ji aliyê gelek saziyên navnetewî ve hatine pejirandin. Di nava belgenameyên Koma Miletan de, Yekîtiya Ewrupa de, di Deklerasyona Mafên Mirovan de, di dezgehên olî de, di Qurana pîroz de mafê ziman bi zelalî hatiye formulekirin. Gelek dîtin û raman di vê mijarê de hatine pêşkêşkirin.

Îro li dinyayê her netew, kom û kesayet bi zimanê xwe şahnazîyan dike. Bi zimanê xwe berheman diafirîne; şano, stran, sînema, perwerde, edebiyat (wêje), medya, lêkolîn, xizmetên olî, bi zimanê dayikê wateyeke netewî digirin. Ev berhem û çalakî dibin kultura netewî û hevbeşîyekê di nava mirovan de ava dikin. Ji ber ku berhemên zimanî, nasname û hebûna mirovan e, hebûna netewan e. Gava ku ziman ji destê mirovan çû, mirov asimîle bûn, bi wextê re netewebûn jî ji holê radibe. Ev rastî îro vekirî û beloq li pêşberî Kurdên Bakur rawestiya ye. An wê Kurd demildest xwedî li ziman û kultura xwe derkevin an jî wê bi tunebûnê re rûbirû bibin.

Ger em naxwazin li Rojhilata Navîn bibin temaşevanê tunekirina miletekî qadim, divê em xwedî li zimanê Kurdî derkevin. Ji ber ku ev erkeke mirovî, şaristanî û dîrokî ye.

Baş tê zanîn ku Kurd weke hemwelatî, li Tirkiyê bacê didin, leşkeriyê ji dewletê re dikin, hemû wezîfeyên hemwelatîbûnê bicîh tînin. Herweha Kurd aktîf beşdarî sîyaset, jîyana kulturî û hilberînê jî dibin. Îro li Tirkiyê nifusa Kurdan ji 25 milyonan zêdetir e. Lê mixabin heta nûha Kurd nebûne xwediyê mafên kolektif û zimanê Kurdî (Kurmancî, Zazakî) jî li dibistanan nebûye zimanê perwerdê. Em weke hemwelatî ji dewletê daxwaz dikin, ku zimanê Kurdî (Kurmancî, Zazakî) ji dibistanên seratayî heta zanîngehan bibe zimanê perwerdê. Ji ber ku ev maf yê hemû Kurdan e û Kurdan bi tevahî himbêz dike.

Eşkere ye ku zarokên Kurdan îro bi zimaneke biyanî perwerde dibin. Her çiqasî zimanê Tirkî zimanê fermî be jî, dîsa jî bona zarokên Kurdan zimanekî bîyanî ye. Kurd dixwazin bi zimanê dayîka xwe perwerde bibin. Ev bi her awayî mafeke mirovî, civakî û xwezayî ye. Ji bona ku mafê zimanê Kurdî normalize bibe, tirs û asteng li ber zimanê Kurdî rabin, divê zimanê Kurdî li bajarên Kurdan li tenişta zimanê Tirkî bibe zimanê fermî jî.

Em weke Kurd ji dewletê daxwaz dikin, ku zimanê Kurdî (Kurmancî û Zazakî) bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermî. Çawa saziyên dewletê di wextekê de TRT Kurdî vekirin, çawa li zanîngehan beşên edebîyat û zimanê Kurdî îro çalak e, Kurdî li dibistanan bûye derseke bijare, wê gavê divê zimanê Kurdî bi heman mantiqî bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî. Ev mafê hemû Kurdan e û divê di zûtirin wextê de bicîh were.

Li aliyê din divê Kurd jî bi baldarî li zimanê xwe xwedî derkevin û bi hemû awayan zimanê xwe bikin beşek ji nasnama xwe. Zimanê Kurdi di nava civaka Kurdan de divê bibe zimanê hemû pêwendiyên civakî. Zimanê Kurdî divê di hemû pêwendiyên rojane de were axavtin. Kurd divê bi zimanê xwe bazirganiyê bikin, sîyasetê bikin, çalakîyên kulturî lidarbixin, karê rewşenbirî bi Kurdî bikin, xwedî li kultura xwe derkevin, rûmetê bidin kedkarê zimanê Kurdî, ango Kurd bi hevdû re bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî bidin û bistînin.

Şaredariyên me jî divê bi baldarî rê li ber geşkirina zimanê Kurdî vekin û piştgirtiya kedkarên zimanê Kurdî bikin.

Ji ber wan sedeman me partî û rêxistinên Kurdistanî Platforma Zimanê Kurdî destpê kiriye. Ev xebat divê bi wextê re berfireh bibe û şax vede.  Em dixwazin ku ev xebat pêşî li Diyarbekirê destpêbike û paşê jî li hemû bajarên Kurdan û metropolan, berfirehtir bibe. Ev tevger bila bibe tevgereke gelerî. Divê gelê me, sazîyên sivil, medya û partîyên sîyasî hemû bi hevdû re xwedî li vê xebatê derkevin. Em Kurd divê pirsa zimanê Kurdî bi baldarî têxin rojeva civaka Kurdan.

 

Platforma Zimanê Kurdî

(Azadî, PAK, PSK, PDK-T, PDK, ÖSP, PIA, HDP, DBP)"

ziman1.jpgziman2.jpgziman3.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin