Platforma Zimanê Kurdî dê li Mêrdînê nûnertiyê veke

Platforma Zimanê Kurdî dê li Mêrdînê nûnertiyê veke

.

A+A-

Platforma Zimanê Kurdî(PZK) bi armanca ku nûnertiya xwe li Mêrdînê ava bike, civînek li dar xistiye. Desteya ku çûye Mêrdînê diyar kiriye ku heta zimanê kurdî bibe xwedî statû ew ê xebatên xwe bidomînin.

Platforma Zimanê Kurdî(PZK) bi armanca ku nûnertiya xwe li Mêrdînê ava bike, civînek li dar xist.

Platforma Zimanê Kurdî ji bo li Mêrdînê nûnertiya xwe ava bike bi partiyên siyasî û zimanzanan re civiya. 

Desteyê li avahiya KESKê ya Mêrdînê civîna çapemeniyê li dar xist û piştî civînê daxuyanî da çapemeniyê.

‘Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê’

Şerefxan Cizîrî, Berdevkê Platformê têkildarî vekirina nûnertiya platformê axiviye û diyar kiriye ku ew ê li Mêrdînê û hemû navçeyên wê xebatên zimanê kurdî bidin meşandin. Cizîrî daye zanîn ku ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî ew ê heta dawî li pey daxwaz û pêşniyazên xwe bin û wiha gotiye:

“Me li ser 2 esasên bingehîn dest bi xebatên xwe yên Platformê kirin. Ya yekemîn perwerdeya bi zimanê kurdî û ya duyemîn jî ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê ye. Pêwîste di hemû sazî û dezgehên dewletê de zimanê kurdî were axaftin û pejirandin. Bi taybetî ji divê ji dibistana dayikê heyanî zanîngehê perwerdeya bi zimanê kurdî were dayîn.” 

Cizîrî bal kişand ser kesên ku dibêjin zimanê kurdî ne zimanekî pedegojîk e û wiha ew rexne kiriye: “Siyasetmedar û rojnamegerên ku di derbarê zimanê kurdî de tu agahiya wan nîne çawa li ser nirxandinê dikin. Kesekî ku bi zimanekî nizane çawa dikare di derbarê wê de bibe xwedî nêrîn û weke zimanekî nepedegojîk pênase bike. Ev dîtin û nêzîkatiyên pûç in. Em dikarin van nêrînên wan bi mînakan ji pûç bikin. Li Rojava û li Başûrê Kurdistanê bi zimanê Kurdî perwerde tên dîtin û weke zimanê fermî di hemû sazî û dezgehan de tên bikaranîn. TV, ajans û rojnameyên me yên ku bi zimanê kurdî weşanê dikin hene. Berhemên bi zimanê kurdî hene. Ev jî dîtinên wan pûç dike.” 

Cizîrî di dawiya axavtina xwe de destnîşan kiriye ku heta zimanê kurdî bibe xwedî statû ew ê li ber xwe bidin û xebatên xwe bidin berdewamkirin.

pzk.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin