PLATFORMA ZIMANÊ KURDÎ: 8Ê ADARÊ LI JINA KURD PÎROZ BE

PLATFORMA ZIMANÊ KURDÎ: 8Ê ADARÊ LI JINA KURD PÎROZ BE

Platforma Zimanê Kurdî, bi hilkefta 8êAdarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, peyamek belav kir û 8ê Adarê pîroz kir:

A+A-

"8 Adarê li Jina Kurd Pîroz Be…

Em weke Platforma Zimanê Kurdî Roja 8 Adarê li jınên Kurd pîroz dikin. Di vê roja watedar de em bangî hemû jinên Kurd dikin ku xwedî li zımanê xwe derkevin, Kurdî fêrî zarokên xwe bikin, bi hev re bi Kurdî biaxivin, bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin, bi ciranên xwe re bi Kurdî biaxivin, bi baldarî zarokên xwe fêrî kultura Kurdî bikin, stran û çîrokên Kurdî ji wana bibêjin. Belê, kî dibe bila bibe, divê hemû Kurd bi hev re bi şanazî xwedî li ziman, kultur û welatê xwe xwedî derkevin û jiyana Kurdewar geş bikin.

Em weke Platforma Zimanê Kurdî dizanin ku di paraztina ziman de bareke mezin dikeve ser milê jina Kurd, taybet dayikên Kurdan divê zimanê Kurdî biparêzin, weke rohniya çavê xwe xwedî lêderkevin, di mala xwe de bi Kurdî bidin û bistînin û nehelin ku zarokên wana asimîle bibin. Malên hemû Kurdan divê bibin hêlîna Zimanê Kurdî û bibin kelehên li dijî asımîlasyonê. Ev jî di destê me Kurdan de ye, taybet jî roleke mezin dikeve ser milê jînên Kurdan.

Di pirsa ziman de têkoşîna me ji bona perwerdê bi zimanê dayîkê û fermîbûna zimanê Kurdî jî wê her berdewam be.

Em dizanin ku dewlet çiqasî bixwaze jî, nikare di malên me de zimanê me qedexe bike. Gava ku Kurd di mala xwe de xwedî li zimanê xwe derkevin, wê di parastina zimanê Kurdî de kozikeke xurt, hêlîneke tebût û helwesteke watedar karibin bi pêş de bibin.

Ji ber wan sedeman jî bareke mezin dikeve ser milên jîna Kurd, dayikên Kurd, dapîrên Kurd. Dayîkên me di pirsa ziman de divê bi baldarî tevger bikin, di mala xwe de Kurdî biaxivin, parastina zimanê xwe weke erkeke netewî bicîh bînin û di pêşiya asimîlasyona li ser zimanê Kurdî de bertekan Kurdîperwer nişan bidin. Xwedî li hebûna xwe derkevin.

Gava ku dayîk bi zarokên xwe re Kurdî neaxivin rewşeke gelek xerab derdikeve pêşberî civaka Kurdan û oto asimîlasyon di civaka me de bi gelek haweyan belav dibe. Ji ber wilo jî divê hemû Kurd bi hevdû re û bibiryardarî li himberî oto asımîlasyonê derkevin û hişmendiya zimanê Kurdî gav bi gav pêş de bibin.

Rewşa me ye aktuel em dikarin îro bi vê hevoka balkêş pênase bikin; “dayikên ku berê bi Tırkî nizanîbûn, îro zarokên ku bi Kurdî nizanin mezin dikin!”

Di pêşxistina ziman de rola dayîkan gelekî giring e, rola jînan giring e, ev gelekî eşkereye, ji ber vê sedemê jî Platforma Zimanê Kurdî bang dike: Jîn û dayîkên Kurd xwedî li zimanê Kurdî derkevin û di paraztina zimanê Kurdî de bibin pêşengê civakê!

8 Adarê li jina Kurd pîroz be"…

PLATFORMA ZİMANÊ KURDÎ

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin