PKK piştgirîya baskê Hêro Xan di nav YNKê dike

PKK piştgirîya baskê Hêro Xan di nav YNKê dike

Peywendiyên Hêro Xan û Cemîl Bayik ku mirovê xwedî biriyare di nav PKK de gellek bi hêz in, û herdû jî bi dostaniya xwe bi Iranê re têne naskirin.

A+A-

PKK piştgiriya xwe jibo baskê Hêro Îbrahîm Ahmed, hevjîna serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî, di kêşeyên dawî ku di nav rêzên Yekîtî de rû dane, venaşêre

Peywendiyên Hêro Xan û Cemîl Bayik ku mirovê xwedî biriyare di nav PKK de gellek bi hêz in, û herdû jî bi dostaniya xwe bi Iranê re têne naskirin.

Berî du rojan, herdû cigirê Celal Talebanî ku  ew ev çend sal e nexweşe û nikarê bi erkên xwe weke sekreterê giştî yê YNK rabe, di civînekê de "Navenda Biriyarê ya YNK" ragihandin, û di daxuyaniyekê de diyar kirin ku her biryareka Partiyê bê erêkirina vê navendê dê ne yasayî be.

Ji duh ve, şandeyeka leşkerî ya Iranê li Silêmanî ye, û bi awayekê cude li gel her yek ji Kosret Resûl û Berhem Salih û Hêro Xan re civiyane. Iraniyan pêşniyaz kirine ku desteyeka serokatiyê ku têde hersê serkirdeyên navbûrî cih bigrin bê damezrandin ku bibe cihê biriyarê di partyê de heta lidaxistina kongreya Yekitî jibo çareserkirina kêşeyên di arê de, lê diyare ku ev hewlên Iranê bê encam mane.

Ji aliyekî din ve, seerokkomarê Iraqê Fuad Me'sûm ku yek ji damezrênerên YNK ye  bi mebesta navbênkariyê di navbera herdû baskan de îro gihişte bajarê Silêmanî
(E.B)

.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin