"PKK divê dest ji çalakîyên li dijî mirovahîyê berde"

"PKK divê dest ji çalakîyên li dijî mirovahîyê berde"

Eve çalakîya yekem a PKK nîne, ku kesên sîvîl û bê tawan û bê guneh dibine qurbanî.

A+A-

Kamyoneke  tijê bi teqemenî li goma Baqawse  ya bi ser bajarokê Surê hat teqandin û di encama  vî karê kîrêt da bêtîrî ji 16 gundiyên Kurd hatin kuştin.

Eve çalakîya yekem a PKK nîne, ku kesên sîvîl  û bê tawan û bê guneh dibine qurbanî.  Heya  niha bi sedan Kurd bûne qurbanên çalakiyên bi vî rengî  yên PKKê.

Bê guman bûyera Baqawse beşek e rewşa siyasî ya îro ye, berhema pêvajoya  şer û tundûtijiyê, ku paş  hilbijartina 7ê hezîrana par destpêkiriye û heya îro berdewam e û roj bi roj jî kûrtir dibe.

Sedem, rewş û pêvajo çi dibin bila bibin, teqandina kamyoneke  tijê bi teqemenî  di nava xelkê sîvîl û gund û kolan û avahiyan da nayê qebul kirinê, karekî dij-mirovahîyê ye, tawana  dijî însanîyetê ye.

Divê birêveberên PKKê  bizanibin, ku çalakiyên bi vî rengî ne tenê xizmeta doza Kurd nake,  zirar digihine rewatiya doza Kurd û rewşa heyî aloztir, tundûtijiyê jî kurtir dikin.

Em partî û rexistinên Kurdistanî, ku navên me li jerê ye,  bi tundî  karê hanê mehkum dikin.

PKK divê daxwaza leborinê ji malbatên qurbaniyan bike û bi fermî rabigihîne ku carekî dinê çalakiyên weha  encam nedin.

Em carekî dinê bang li PKK dikin, bê qeyd û şert agirbest  îlan bike, daku rê li ber xebata legal û siyasî bê vekirin.

Em serxweşiya xwe pêşkêşî  malbata qurbaniyên  bûyera Baqawse dikin û sebr û metanet bo  wan, şîfayê ji birîndaran re dixwazin.

HAREKETA AZADî, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR, PSK

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin