Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

PKK dagirkirina Kurdistanê hêsan dike!

A+A-

Dewleta tirk pêşî herêma Cereblus dagir kir û bi kuraya 40 km. ketnav axa Başûrê Rojavayê Kurdistan.

Dewleta tirkan bi vê hewla xwe, Efrîn ji herêma Girê Spî, Kobanê û herêma Cizîrê qutkir û îzole kir.

Dewleta Tirk, di herêma Cerablus de bi cîh bû. Armanca dewleta tirk a din jî ji bona hêzên îslamîst û tûndrev vekirina rêyek lojîstîk bû. Dewleta Tirk, piştî ku di vê gava dagirkerî û piralî de serkevtî derket, Hesabên xwe fireh kir.

Di dagirkirina Cerablus de, hêzên HSD, PYD/YPG bêdeng man. Wê helwesta hêzên Başûrê Rojavayê Kurdistan devleta tirk hîn bêtir wêrek kir. Proja dagirkirina Efrîn bi vê hewlê re derket holê. Em baş dizanin ku li henber dagirkirina Cerablus ew rêdan û bêdangî nebûna, dewleta tirk nikarî Efrîn dagir bikira. Di virde rolê stratejîstên PKK serete ye.

Piştî ku bi berxwedanek sexte Efrîn jî teslîmî dewleta tir û hêzên îslamîst û tundrev bû; dewleta tirkan dest bi pîlanê sêyem kir. Pîlanî dewleta tirk yê sêyem ewe ku Girê Spî û Serê Kanîyê di kûraya 40 Km de dagir bike.

Bi vê hewla xwe jî wê pêşî Kobanê wek Efrîn têxe bin îzolasyonê û dorpêç bike. Piştî ku demekê ku di herêmê de jî bicîh bû, hevalbendên xwe yên tundrew dagirkerî bicîh kir, wê vegere ser pîlana dagirkirina Kobanê jî.

Ev pîlanên dewleta tirk ji serî de dîyar bû. Çendîn cara min nivîsî û rewşa PYD/YPG, helwesta wan a li henber ênîyek Kurd û Kurdistan rexne kir. Min eşkere got ev helwesta PYD/YPG rê dide ku dewleta tirkan Başûrê Rojavayê Kurdistan dagir bike û ev jî daxwaza stratejîstên PKK ye. Ji dagirkirina dewleta tirk re bingehê çêdike û xaka vî beşê Kurdistan dixe bin lingê şerê wekaletê û demografîya Başûrê Rojavayê Kurdistan diguhere.

PKK li Başûrê Rojavayê Kurdistan, PYD/YPG xist bin bandorek neyênî û kir hêzek ji hêzên wekaleta şerê navnetewî. PKK nehişt ku li başûrê Rojavayê Kurdistan ênîyek Kurd û Kurdistanî bêt avakirin, ku Kurd li ser axa xwe doza mafê xwe yê rewa bikin.

PKK pêşî li avakirina ênîyek Kurd û kurdistanî girt û bi teorîya „biratîya gelan“(!) Hêzên Sûrîye yên Demokratîk (HSD) avakir û doza mafdarîya kurdan li ser vê beşê Kurdistan xist nav alozîyên gewre.

PKK ji serî de dijminatîya Hêzên Kurd û kurdistanî kir. Êrîşî bingehên van hêzan kir. Kujt, Endam û qadroyên van hêzan da girtin û avêt zîndanê. Nîvê şevê girt ser malên wan, ofîsên wan û bi tena pêjema avêt dervê sînor. Ereb anîn û li ser axa Kurdistan bicîh kir û bû sebebê guhertina demografîya Başûrê Rojavayê Kurdistan.

Wateya van karesatên PKK çi ye?

PKK, bi rêya PYD û YPG; têkilîyên ku bi Emerîka û Hêzên Hevpeymanan re meşand, ne li ser esasên Kurd û kurdistanî, di bingehek seretî a rêxistinî û leşkerî de wek hêzek şerê wekaletê meşand.

Peymanek siyasî bi van hêzan re çênekir. Sebeba vê ewe, ku PKK bi xwe jî hêzek ji hêzên şerê wekaletê ye li Başûrê Rojavayê Kurdistan.

Di hewlên Emerîka yên Sûriyê de, di hewlên Emerîka yên li dijî Îran yên Rojhilata Naverast de; PKK terafgirê stratejiya Îran, Surîye, Rusya û Tirkîye bi xwe ye. Ev ne tiştekî veşartî ye. PKK,Tasa destê Rusyayê, kevçiyê destê Îranê-Tirkîye û xwarina dîktatoriya BAAS'iyan bi xwe ye. Sebeba têkbirina destkeftinên Başûrê Rojavayê Kurdistanê bi xwe ye. PKK serkêşê „şoreş“a erebkirina Başûrê Rojavayê Kurdistanê bi xwe ye!

Li Başûrê Rojavayê Kurdistanê stratejiya PKKê hatiye birêkûpêkkirin: PKK, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê li dijî berjewendiyên kurdan e. Bê ruhê netewî, bê stratejiyeke Kurd û kurdistanî tevdigere. PKK, Ji argûmanên têkoşîna rizgariya netewî dûr e û dijminatîya doza Kurd û Kurdistan dike. Esasên bidestxistinên netewî, li ser teoriya "gelan û biratiya gelan"(!) hatiye avakirin. Rihê Kurd û Kurdistanî di vê teoriyê de mirî ye. Hertişt ne li gor xwestinên netewa Kurd û Kurdistan, li gor xwestin û armancên stratejiyên rêxistinî-partîzanî ava bûne. PKK ligor daxwazên hêz û dewletên têkildar tevdigere. PKK, di vir de; Kurdan ji bona vê stratejiya xwe wek tenê qurban bikar tîne. Ev di bêdengîya li henber dagirkirina Cerablusê de, di şerê Efrînê de jî derket ber me. Di siyaseta PKK de armanc; ne tomarkirina serkeftinên netewî yên kurdan e. Bi xwîna kurdan tomarkirina qaharemaniyên rêxistinî-partîzanî ne. Ji bona şerê wekaletê, propaganda rêxistinî û xurtkirina destê hizbî esas e. Di propaganda Qobanê û ya Efrînê de jî ev bi rewşeke zelal derket ber me.

PKK, dema ku Cerablus hat dagirkirin, dema ku Efrîn hat dorpêçkirin û dagirkirin jî ev peyv bikar anî; „Em xwurtin û Tirkîye nikare bakurê surîye dagir bike“(!) Mixabin dewleta Tirk, Cerablûs û Efrîn dagirkir. Niha jî amadekarîya dagirkirina Girê Spî û serê Kanîyê dike.

Di vir de tenê yek sebeb heye ku dewleta tirk nikaribe Girê spî û Serêkanî dagir bike; ew jî helwesta Emerîka û Hêzên Hevpeymana ye.

PKK ênîyek kurdistanî red dike, Di nav têkilîyên piralî de li dij berjewendî û xwestinên Emerîka ye. Ne wek kurdan li ser axa xwe doza mafê miletê xwe, wek hêzek ji şerê wekaletê li ser axa Kurdistan tevdigere. Li henber hêzên çekdar yên kurdistanî xwedî helweste ku bi serê xwe bandora şerê wekaletê bidomîne. PKK, wek rêxistin ji vê xwînê digire.

Ji Emerîka û Hêzên Hevpeymanan re a girîng berjewendî ne. Dema ku PKK li Başûrê Rojavayê Kurdistan van berjewendîyan têxe tehlûkê, wê çima Emerîka bi tirkan re tevnegere?

Çima wê Emerîka, ji dêlva bi PYD/YPG û HSD re bixebite, Wê tercîha xwe li gel Tirkîye daneyne?.

A girîng ewe ku PKK, PYD/YPG vê fersendê nedin destê tirkîye.

Dema ku em li helwesta PKK û hêzên bi ser PKK ve girêdayî dinêrin, PKK bi hemû tevdegerînên xwe alîkare ku ev fersend di destê dewleta tirk keve, ku di herêmê de gavek din bipêş de here.

Helwesta PKK li henber beşdarbûna Pêşmergên Roj ji bona parastina xaka Başûrê Roiavayê Kurdistan, helwesta PKK li henber damezirandina ênîyek Kurd û kurdistanî li Başûrê Rojavayê Kurdistan rê ji dagirkirina xaka Kurdistan re vedike.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin