Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Pirtûkek ji Weşanên Rûpelê!

A+A-

1-004.png

Nameyên Nûretîn Zaza

Amadekar: Mahmûd Lewendî-Nedîm Baran.

Belge, 2019 Stenbol, 272 rûpel.

Amadekarên belgepirtûkê, pirtûk di sedsalîya nemir Nûretîn Zaza de derxistine. Sipas dikim, ji bo wan û wî karê pîroz, di ber çand û zimanê Kurdî û hişmendîya danasîna şexsîyetên dîrokî yên Kurdan de.

Jîyana her rewşenbîrekî Kurd, zana û sîyasetmedarekî Kurd, dewlemendîyek ji hişmendîya dîroka Kurdistanê ye. Serpêhatîyên wan, berxwedana wan, merc û rewşên ku rûbirû bûne, tije dersên dîrokî ne û pêşeroja me ronî dikin. Dersên dîrokî derdixin ber me, ku em ji wan dersan bigirin. Ev dewlemendîyên çand û dîroka me ne. Xebatên bi vî rengî, hişmendîyek dîrokî a netewa me tomar dike û derdixe ber me. Ji ber wê jî ev biryara Weşanxaneya Rûpelê ku soz dide:

“Ji ber wê wek Weşanên Rûpelê em di vî warî de xwedî li ronakbîrên xwe derdikevin û vê yekê ji xwe re wek mîsyonekê dibînin. Piştî weşandina bîranînên Îsmet Şerîf Wanlî û Şerefettin Kaya, weşandina nameyên Nûredîn Zaza jî paçeyek (Perçeyek) ji vê mîsyona me ye.”s.10. Karekî pîroz e. Ez hêvî dikim ku wê derfet her didestê wan de bimîne, ku bikaribin vê mîsyona xwe bidomînin.

Jîyana Nûretîn Zaza, mîna Kurdistanê ye. Perçe perçe ji hev belawela, di bin koç, surgûn û talanan, êş û di bin qolincên jîyanek bê rawestandin de meşîyaye. Geh ketîye zîndanên dijmin, geh ji bona nekeve destê dijminan xweveşartîye, geh welat bi welat gerîyaye. Di nav xîzanîyek rewşenbîrî a bê îmkan de derbas bûye. Lê Nûretîn Zaza, ticarî dev ji doza xwe, dev ji heval û hogirên doza xwe bernedaye. Her bi wan re têkildar, li ber xwe daye, ku xizmetekê bigihîne vê doza pîroz. Ev pirtûka ku ji nameyên Nûretîn Zaza, bi Hoşeng Sebrî (Kurê Osman Sebrî) û Hemreş Reşo re, nimûneyek ji van têkilî û hewlên kurdewarî yên Nûretîn Zaza ne.

Jîyana Nûretîn Zaza, li ser esasên parastina zimanê Kurdî, çanda Kurdî û doza Kurdistan, bi hişmendîyek Kurdistanî, mejû zelal û bibîryar, bê rawestandin meşîyaye. Bêîmkanî, xîzanî, koçberîya welat bi welat, çavê wî netirsandîye û her xwedî li zimanê xwe, armanca xwe û heval û hogirên doza xwe derketîye.

Nûretîn Zaza, stûnek ji çanda me, ji zimanê me, ji doza me û ji hişmendîya dîroka Kurda ye. Dîrokek tije berhem li pêy xwe, ji miletê Kurd re hiştîye.

Nûretîn Zaza, di 1919 an de, li navçeya Madenê (Bakurê Kurdistan) hatîye dinê. Di berxwedana 1925 an de şeş salî ye. Ji malbatek şareza û xwedî îmkane. Di berxwedana 1925 an de, li navçeya Madenê ji terefê dewleta tirkan ve 30 kurdperwer tên girtin. Di nav wan girtîyan de bavê Nûretîn Zaza Yusuf Beg, Birayê Nûretîn Zaza yê mezin Dr. Nafiz Beg, apê wî Osman Beg jî heye.  Apê Nûretîn Zaza Osman Beg, dema ku têt girtin û dibin, di kolana sereke ya bajarê Madenê de diqîre û dibêje, “Bijî Şêx Seîd!”

“Leşkerên dewleta tirkan wî tazî dikin, bi darekê ve girê didin, ava sar lê dikin û wê rojê heta serê sibê wî wilo dihêlin. Apê Nûretîn Zaza, Osman Beg di wê sar û sermayê de, berdestê sibê şehîd dikeve.”s.7.

Bi van boranên ser Kurd û Kurdistan re, nedîyarîya jîyanek perçe perçe û ji hev belawela derdikeve ber Nûretîn Zaza û birêyê wî yê mezin Dr. Nafiz Beg. Dr. Nafiz Beg 18 mehan di zîndanê de dimîne.

“Di sala 1927 an de li Tirkîyê hilbijartinên beledîyeyan çêdibin, Dr. Nafiz wê demê li Dîyarbekirê ye. Dr. Nafiz Beg ji bo Madenê tê hilbijartin û dibe serokê beledîyeya Madenê û dest bi kar dike. Lê di 1928 an de hikûmeta tirkan hemû şaredarêyên Kurdistanê betal dike. Dr.Nafiz Beg jî vedigere Dîyarbekirê.”s.7

Nûretîn Zaza xwendina xwe a sereteyî li Madenê kuta dike û di 1929 an de ji bona xwendina navînî tê Dîyarbekirê ba birayê xwe Dr. Nafiz Beg.

Zor û zilma dewleta tirkan, kontrala wan li ser Dr. Nafiz Beg didome. Şert û mercên wan, ku li Amedê bijîn, roj bi roj zahmettir dibe. Di Îlona 1930 de, Dr. Nafiz Beg, li gel birayê xwe Nûretîn Zaza bi qaçaxî derbasî binxetê (Rojavayê Kurdistan) dibin. Wê wextê Sûrîyê di bin destê Fransizan de ye. Pêşî li Helebê, paşîyê jî diçin li Şamê bicîh dibin.

Li Şamê Nasîna wan bi Ekrem û Qedrî Cemîl Paşa, Celadet û Kamûran Bedirxan û gelek kurdên têkoşer re destpê dike.

Nûretîn Zaza, li Sûrîyê tê girtin. Piştî tê berdan derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. “Li Zaxoyê tê girtin. Piştî çar mehan wî dişînin Kampa Amarayê ku li başûrê Bexdadê ye. Piştî demekê tê berdan û vedigere Sûrîyeyê.”S.8

“Nûretîn Zaza diçe Beyrûdê û li unîversîteya Fransî dixwîne. Piştre diçe Swîsreyê li Lozanê xwendina xwe dewam dike.”

“Di 1949an li gel hin kurdên din, bi navê ‘Civata Şagirdên Kurd li Ewrûpa’ komeleya xwendekaran datîne. Ew dibe serokê komeleyê. Ev komele bi navê Dengê Kurdistan/Voix du Kurdistan kovarekê derdixe.”

“Di wê navberê de Nûretîn Zaza doktora xwe jî temam dike û di 1956an de vedigere Sûrîyeyê. Di 1957an de li gel Osman Sebrî û Reşîd Hemo Partîya Demokrata a Kurd li Sîrîyê datîne û dibe serokê vê partîyê.”S.8

 Nûretîn Zaza, jîyanek bextewar, tije hişmendîyên tayên dîrokî li welatê xwe, li dervê welat, bê rawestandin meşandîye. Kar û xebatên miletê xwe bi heval û hogirên xwe re têkildar, bi hestekî kurdawarî û bimînak meşandîye.

“Li pêy xwe li gel gelek berhemên hêja, ev nasîhet jî ji kurdan re hêla:

Gelî kurdan heke hûn naxwazin ji hev tarûmar bibin, wenda bibin, heke hûn dixwazin bi rûmet û serbilindî bijîn, berî her tiştî bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin!”

02.03.2020

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin