Pirtûka “Mesûd Barzanî Lêveger û Penageh” derket

Pirtûka “Mesûd Barzanî Lêveger û Penageh” derket

.

A+A-

Pirtûka “Mesûd Barzanî Lêveber û Penageh) ji aliyê nivîskar Seid Hemewendî hat çapkirin û weşandin. 

Pirtûka “Mesûd Barzanî Lêveber û Penageh) ji aliyê nivîskar Seid Hemewendî hat çapkirin û weşandin. Pirtûk bi awayekî belgenameyî û lêkolîna siyasî hatiye amadekirin û tê de behsa rol û pêgeha Serok Barzanî di hevkêşeyên siyasî yên navçeyê û Rojhilata Navîn de tê kirin.

Lêkolîner û nivîskar Seid Hemewendî di pirtûkê de ronahî xistiye ser berxwedan û têkoşîna Serok Mesûd Barzanî û rola wî ya berçav di tevgera rizgarîxwaza gelê Kurd de, heta wê asta ku bûye sembola lêborîn, wêrekî û pakiyê.

Nivîskar navnîşana pirtûkê “Mesûd Barzanî, Lêveger û Penageh” hilbijartiye. Pirtûk ji (337) rûpelan e û ji çapxaneya “Karwan” li Hewlêrê hatiye çapkirin.

Nivîskar di pêşgotinê de, nivîskar pirtûk pêşkêşî hemû qurbaniyên ku ji bo perensîp û baweriyên xwe giyanên xwe bexşandine, piştre jî bhsa sedemên nivîsîna vê pirtûkê kiriye.

Seid Hemewendî di pêşgotina xwe de nivîsiye, “Bi berdewam ji kesayetiya Serok Barzanî, fêrî tiştên taybet û newaze bûme. Serok Barzanî kesayetiyek e, dema mirov lê dinêre, hêz, karîn û baweriyê didiyê, ew mirov fêr dike ku di dema hestiyar de, hemin û li ser xwe be.

Di beşa yekem a pirtûkê de, nivîskar behsa doza Kurdî dike ku çawa Serok Barzanî di dîroka xwe ya siyasî û şoreşgerî de, berdewam xwedî destpêşxerî bûye, herwiha amaje bi kesayetiya devera Barzan dike ku Serok Mesûd Barzanî li wir ji dayik bûye û xelkê wê deverê bi helwest, ciwan û mirovên gewre ne.

Hemewedî di beşda duyem a pirtûka xwe de destnîşan dike, Serok Barzanî bûye benagehe siyasî û mirovî ji tevahiya xelkê Rojhilata Navîn re û amaje bi gotareke Serok Barzanî kiriye ku tê de hatiye: Divê di warê siyasî de rêk bikevin, ji bo mafên xwe yên sereke bi dest bixin û mafên xelkê din jî li ber çav bigirin, ev jî tirs û nîgeraniya hemû aliyan nahêle.

Di beşa sêyem a pirtûkê de, nivîskar behsa Kerkûk û siyaseta Rêberê Netewa Kurd Mela Mistefa Barzanî li hember wî bajarî kir û amaje bi bûyereke berî 50 salî li Kerkûkê rû daye kir û piştre pensê helwesta Mistefa Barzanî dide û nivîskar nivîsiye: “Di salên heftêyî yên sedsala borî, şandek ji Bexdayê serdana Barzaniyê Nemir kir û jê re got: Tu çi dixwazî?

Barzanî got: Mafên me, heta zincîreya çiyayên Hemrînê û Kekûka dil jî di nav de.

Hemewendî amaje bi qonaxên cuda ên Kerkûkê kiriye ku rastî proseyên guhartina demografî û erebkirin û beisîtiyê hatiye û gelek hewl ji bo nehîştina Kurdan li wî bajarî hatine dan.

Diyar kir jî, siyaseta Serok Barzanî derbarê Kerkûkê de zelal û aşkere ye ku bajarekî Kurdistanê yê pîroz e û hewlên cidî ji bo parastina hebûna Kurdan a dîrokî û cografî.

Pirtûk bi giştî ji sê beşên sereke pêk tê. Beşa yekem taybet e bi aliyên dîrokî yên jiyana siyasî û Pêşmergayetî ya Serok Barzanî. Beşa duyem taybet e bi pêşkêşkirin û şîrovekirina nêrîn û dîtina Serok Barzanî li ser pirsên mirovî, siyasî, aborî û yasayî û behskirina li ser pirsên teror, dijberiya siyasî, çewsandin û mafên penaberan li Herêma Kurdistanê. Beşa sêyem jî, ji bo pêşkêşkirina nêrîna Serok Barzanî li ser pirsa Kerkûkê û Kurdistanîbûna Kerkûkê û pêgeha Herêma Kurdistanê li ser nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn.

Di dawiya pirtûkê de jî, albûmeke wêneyên Serok Barzanî bi kesayetiyên siyasî yên cîhanê û biryarbidestên siyasî yên li ser asta civaka navdewletî belav kiriye.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin