Pirtûka dawî ya Mûsa Anter li Başûrê Kurdistanê bo ser Kurdî hat wergerandin

Pirtûka dawî ya Mûsa Anter li Başûrê Kurdistanê bo ser Kurdî hat wergerandin

Pirtûka dawî ya Mûsa Anter li Başûrê Kurdistanê bo ser Kurdî hat wergerandin

A+A-

Pirtûka her dawî ya rewşenbîr û nivîskarê Kurd ê Bakurê Kurdistanê, Mûsa Anter a bi navê "Bîreweriyên Min" ku bi zimanê Tirkî hatiye nivîsandin, ji aliyê rojnamevanekî Başûrê Kurdistanê ve bo ser zaraveya Soranî ya zimanê Kurdî tê wergerandin.

Ev dibe yekemîn car ku pirtûkeke Mûsa Anter li Başûrê Kurdistanê bo ser zaraveya Soranî ya zimanê Kurdî tê wergerandin.

Pirtûka dawî ya Mûsa Anter bi zimanê Tirkî hatiye nivîsandin û navê wê bi Tirkî "Hatiralarim" e û yek ji wan pirtûkan e ku herî zêde li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatiye xwandin, sala 1992 hatiye belavkirin û heya niha çar caran hatiye çapkirin.

Nusxeya Kurdiya Soranî ya Bîreweriyên Min, pirtûkek e ku ji 406 rûpelan pêk tê û di demeke nêzîk de dikeve bazarê.

Mûsa Anter di destpêka pirtûka xwe de gotiye: "Eger rê bihatiba dan bi Kurdî binivîsim, min dê gelek tiştên baştir binivîsandiban û min dê baştir nerîna xwe anîba ziman. Eger di paşerojê de bikarim, dê vî karî bikim."

Rojnamevanê Başûrê Kurdistanê, Mihemed Izzedîn ku ew pirtûk wergerandiye ser zaraveya Soranî ya zimanê Kurdî ji Rûdawê re ragihand, ji bo wergêrana pirtûka Bîreweriyên Min a Mûsa Anter, wî rêkeftin û girêbestek li gel malbata Mûsa Anter û Weşanxaneya Aram ku xwediyê mafê belavkirin û wergêrana wê pirtûkê ye, îmze kiriye, herwiha Ismail Beşikçî û Sînem Celadet Elî Bedirxan jî pêşekiyek ji bo wergera Kurdî ya Soranî ya pirtûkê nivîandine.

Ev pirtûk gelek bîreweriyên Mûsa Anter li xwe digire. Mûsa Anter di wê pirtûkê de behsa bîreweriyên xwe yên li gel Seîd Nûrsî, Ebdurehman Qasimlû, Şukru Segvan, Kameran Bedirxan Ismail Beşikçî, Cegerxwîn û çendîn kesatiyên din û rojnamevan û nivîskarên Kurd û Tirk dike.

Herwiha di pirtûkê de, behsa şoreşên Bakurê Kurdistanê (bi taybetî Şoreşa Îlonê) û Komara Kurdistanê ya li Mihabadê  hatiye kirin. Bi giştî rewşa Kurd ji salên 1940 ta 1990 ve bi taybetî serederiya komara Tirkiyê li gel Kurdan di vê pirtûkê de mijarên serekî ne.

Mûsa Anter sala 1920an li qezaya Nisêbîn a ser bi Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û 20ê Îlona 1992an di temenê 72 saliyê de li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê hat terorkirin.

Salane weke bîranîna Mûsa Anter û di salroja terorkirina wî de, çalakiyên cor bi cor tên sazkirin. Êvara îro 20ê Îlona 2020an jî biryar bû li hola Rewangeha Mafê Wekheviyê li Stenbolê xelat bi ser hejmarek nivîskar û rojnamevanan de bihê dabeşkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin